Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo dawî li şer û şîdeta li Sûriyeyê bîne cara 3'yemîn li Cenewreyê amadekariya anîna gel hev a rejîm û muxalefeta Sûriyeyê dike. Kurdên Rojava tevî ku hêza herî dînamîk a demokratîkbûna Sûriyeyê ne jî heta niha di qada navneteweyî de bi fermî muxateb nedihatin girtin û beşdarî konferans û komcivînên ji bo çareseriyê nedihatin kirin. Lê belê piştî serkeftina Kobanê û zêdebûna bandora Kurdan li Sûriyeyê, Neteweyên Yekbûyî partiya Kurdên Rojava ya herî bihêz Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi fermî dawetî civîna Cenewre-3 kir.
Nûnerê NY Ahmed Fevzî ragihand ku 3'yemîn Civînên Cenewreyê wê di 4'ê Gulanê de dest pê bikin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin di tûra yekemîn a hevdîtinan de ji nûnerên rejîma Sûriyeyê û hêzên muxalif 30 kes beşdar dibin. Her wiha ji dewletên cuda yên mîna DYA, Rûsya, Erebîstana Siûdî, Katar û Tirkiyeyê bi giştî 20 nûner beşdar dibin. Hat zanîn ku îsal Îran jî bi fermî tê dawetkirin û nûnerên wê jî beşdarî komcivîna li Cenewreyê dibin.Tê payîn tûra yekemîn a hevdîtinan hefteyekê bidome û hemû alî rê û rêbazên xwe yên ji bo çareseriyê parve bikin. Piştî tûra yekemîn hevdîtinên fermî yên bi navê Cenewre-3 wê dest pê bikin.
PYD fermî hat dawetkirin
Nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Ewropa Sînem Mihemed diyar kir ku PYD’ê ji bo tevlîbûna konferansa Cenewre-3 hatiye vexwendin. Mihemed, destnîşan kir ku tê payîn nûnerên TEV-DEM’ê jî beşdarî civînê bibin. Kurdan rexneya, 'çareserî û hewldanên bêyî Kurdan wê bi ser nekeve' li hevdîtinên berê yên Cenevreyê dikir. Vê dawiyê Kurd bi fermî beşdarî hevdîtinên li Moskov û Qahîreyê jî bûbûn.
Tê payîn ku hevdîtinên Cenewre-3 jî di rewşeke aloz û dijwar de derbas bibin. Ji hevdîtinên beriya niha cudatir heyeta Kurd a beşdarî Cenewre-3 bibe wê projeya xwe ya Xweseriya Demokratîk mîna model pêşkêş bike.
FRANKFURT
Rojava beşdarî kongreya Qahîrê dibe
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava wê tevlî koferansa ji bo çareseriya pirsgirêka Suriyeyê li paytexa Misrê Qahîreyê bibe. Şêwirmendê Hevserokên PYD’ê Sihanok Dîbo di heman demê de di komîteya amadekar a kongreyê de cîh digire. Dîbo got, ji bo kongreyê gelek amadekarî hatine kirin û ji gelek alî hatine vexwendin.
Dîbo got, kongre ji aliyê Serokê Meclîsa Têkiliyên Devre ya Misirê ve tê organîzekirin û da zanîn ku kongre di navbera 1 û 10’ê gulanê de wê bê lidarxistin, lê roja wê tam diyar nebûye.
Dîbo destnîşan kir ku ew jî cihê xwe di komîteya amadekar ya vê kongreyê de digire û anî ziman ku wê derdora 150-200 delege di kongreyê de amade bin. Dîbo da zanîn ku ji van delegeyan wê 30 kes li ser navê Rêveberiya Xweser a Rojava tevlî kongreyê bibin.
QAMIŞLO