Têkildarî gef û tehdîdên Tirkiyê yên destwerdana leşkerî ya di xaka Rojava û Sûriyê de Hevserokatiya PYD’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Hevserokatiya PYD’ê di daxuyaniya de bal kişand ser daxuyaniyên rayedarên Tirkiyê û tehdîdên wan ên destwerdana di xaka Rojava û Sûriyê de û got: ˮPiştî gef û tehdîdên hin rayedarên Hikûmeta Tirkiyê, hêzên leşkerî li nêzî sînorê Sûriyê hatin bi cih kirin. Ji ber vê yekê em dixwazin van xalan ji gelê xwe û raya giştî ya navnetewî re zelal bikin:

* Em wekî beşekî siyasî ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk her dem ji bo rêzgirtina qanûnên navnetewî tevdigerin. Di mijara sînorên navdewletî û cîrantiyê de bi rêzdarî li gorî hemû peymanên navnetewî tevdigerin.

* Niyeta me ya avakirina dewleteke serbixwe nîne. Tiştên ku Serokomarê Tirkiyê behsa wê dike ne di cihê xwe deye. Ya din jî ev mijar behsa wê tê kirin mijareke hundirîn a gelê Sûriyê ye ne ji mafê welatên cîran e mudaxele bikin.

* Em wekî PYD’ê û hemû hevkarên me yên di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de, careke din destnîşan dikin ku tu niyeta me ya binpêkirina aramiya welatên cîran nîne.

* Em alîkariya Hevpeymana Navnetewî ya li dijî terorê dikin. Em li gorî zagonên navnetewî tevdigerin. Hin hevkarên me yên şer terorê di heman demê de hevkarên Tirkiyê ne jî, ji ber vê yekê çi êrîşa li ser hêzên YPG’ê û hevkarên wan ku di Rojava de pêk werin dê dixzmeta komên terorîst tenê bikin.

* Destwerdana leşkerî ya di Rojava dê bandora wê ya herêmî û navdewletî hebe. Her wiha dê rewşa siyasî ya di Sûriyê û Rojhilata Navîn aloztir bike û dê ewlekariya navnetewî binpê bike. Em ji welatên mezin û bi taybet ên bi Tirkiyê di nava NATO de û bi di serî de Emerîka û Firansa hêvî dikin ku rê nedin destwerdaneke muhtemel a Tirkiyê ku di Rojava ya beşeke Sûriyê ye pêk were.

* Hêzên YPG’ê û hevkarên wan parastina herêmên Rojava ji rêjîma diktator û komên çete kirin. Ji bo parastinê gelek qurbandî dan û ew niha jî amade ne berisva êrîşên din ji kîjan aliyî be bidin.


 ANHA/QAMIŞLO