DÊRIK: Li Dêrikê li navenda Çand û Hunerê ya Dîcle bi beşdariya nunerên partiyên siyasî û endamên saziyên sivîl civîn hat lidarxistin. Di civînê de Heseroka PYD’ê Asya Ebdula axivî û bal kişand li ser geşedanên Rojava û êrîşên komên çeteyan ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ)/ El Nusra û berxwedana gelê Kurd ya li dijî êrîşan. Asya Ebdula, da zanîn ku Rêveberiya Demî ya Rojava ku ji aliyê PYD’ê hatibû pêşniyarkirin û ji aliyê herdû meclîsan ve hat erêkirin û  niha amadakariyê wê tên kirin.

Asya Ebdula, endamên partiya xwe yên pêşeng ku dema bi erkê xwe yê neteweyî radibûn ji aliyê rêjîmê hatibûn girtin û di bin îşkenceyên de di zindanên rêjîma Beas de hatibûn qetil kirin bi bîr anî. Asya Ebdula, diyar kir ku destkeftiyên îro bi keda hemû cangoriyên azadiyê hatiye bi destxistin. Di dawiya axaftina xwe da Hevseroka PYD’ê balkişand ser tekoşîna PYD’ê û zehmetiyên ku pêre rû bi rû mane jî, lê tekez kir ku tu zehmetî dê di riya wan de nebin asteng. Piştî axaftina Asya Abdula civîn bi dawî bû.
TIRBESPIYÊ: Bi heman armancê li bajarê Tirbespiyê jî di Navenda Çand û Huner de bi beşdariya endamên partiyên siyasî û kesayetin netewî civînek hat lidarxistin. Civîn bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endama Desteya Rêveber a PYD’ê Emîne Osê axivî û cangoriyên PYD’ê yên pêşeng ku di nava xebatan de jiyana xwe jidest dan bi bîr anî.
EFRÎN: Li Efrîn jî bi heman armancê bi beşdariya sedan kesî civînek li navenda PYD’ê hat lidarxistin. Piştî rêzgirtinê Endamê PYD’ê Esad Menan axiftinek kir û bal kişand ser tekoşîna PYD’ê ya 10 salan. Menan destnîşan kir ku tevî zext û zulma rêjîma Beas a li dijî alîgiriyên PYD’ê jî kar û xebat dewam kir. Menan da zanîn ku partiya wan li ser hêmanê Xweseriya Demokratîk ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destnîşankirin karê û xebatên xwe li Rojava dikin.
Di civînê de li ser navê Partiya Konferans Ehmed Reşîd, li ser navê Yekîtî Reşîd Şeban û li ser navê Partiya Demokratî ya Pêşverû li Sûriyê Kamîran Hesen axivîn û salvegera damezirandina PYD’ê pîrozkirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN