PYD´ê encamnameya kongreya xwe ya 8’an a asayî eşkere kir. Di encamnameyê de tê diyarkirin ku PYD di çareseriya pirsgirêkên li Sûrî de alîgirê diyalogê ye.
PYDê di kongreyê de Eyşe Hiso û Enwer Muslim jî weke hevserokên dema nû hilbijartin. Herweha Meclîsa Giştî ya partiyê ya ji 90 kesan jî hat diyarkirin.
Encamnameya Kongreya PYD’ê ya 8ʼan hat eşkerekirin. Di Kongreyê de hevserokên partiyê Ayşe Hiso û Enwer Muslim jî hatin hilbijartin.
Kongre bi dirûşma ‘Bi yekitiya demokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin, Rêveberiya Xweser bi pêş bixin û Sûriyeke demokratîk ava bikin’ di 24-25’ê Sibata 2020’an de bi beşdariya 650 delege, mêvanên ji nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, nûnerên ji tevahî pêkhate û TEV-DEM, MSD, QSD, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kongreya Star li dar ket. Di kongreya li Rimêlanê de hevserokên PYD’ê birêz Eyşe Hiso û birêz Şahoz Hesen axaftin kirin. Wekî din, nameyên pîrozbahiyê hatin xwendin. Her wiha rapora hevserokatiyê, Meclisa Giştî ya partiyê û Meclisa Jinan hatin xwendin û paşê rewşa niha û rola girîng a PYD di merheleya bê de bilîze, hat nirxandin.
PYD alîgirê diyalogê ye
Di encamnameya Kongreyê de ji bo çareseriya pirsgirêkên li Sûrî, Bakur û Rojhilatê Sûrî weke yekane çare diyalog, dan û standin tê destnîşankirin. Li ser vî bingehî jî tê diyarkirin ku PYD ji diyalog û dan û standina bi hikumeta Sûriyê re amade ye.
Ji bilî vê jî tê gotin, pêdivî bi rêxistinkirina opozîsyona nîştimanî ya demokratîk û ya serbixwe dûr ajandeyên herêmî û navdewletî heye.
Di kongreyê de hat piştrastkirin ku DAIŞ hê jî xetereya xwe heye û têkoşîna li dijî wê girîng e. Ji bo darizandina endamên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê PYD wê bi rola xwe rabe.
Li aliyekî din jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên dijmirovî û guhartina demografiyê pêk tînin û ev jî weke dewama DAIŞ’ê û gefên bingehîn li aramiya herêmê têne dîtin. Her wiha îşaret bi QSD’ê, YPG’ê û YPJ’ê hat kirin ku garantiya hebûn û mafên pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûrî ne.
Diyaloga niştimanî wê bidome
Di kongreyê de îşaret bi doza Kurd hat kirin ku dozeke girîng li Rojhilata Navîn e û bêyî wê aramî li herêmê ne pêkan e. Ji lewre lidarxistina kongreya nîştimanî ya Kurdistanî ji pêwîstiyên vê merheleyê ye, wek partî jî kedên ji bo pêkanîna vê pêngava dîrokî û starajîk didin. Her wiha hat piştrastkirin ku ji bo diyaloga nîştimanî ku tê de tevahî partiyên Kurd beşdar bibin, jê ENKS, bê merc û bendan, amade ye. Li aliyekî din jî çawa ku têkiliya bi tevahî pêkhateyên herêmê re mîna Ereb, Suryan, Aşûr, Tirkmen, Ermen, Çerkez û Çeçen girîngiyeke stratejîk e, dê weke partî bixebitin da ku vê têkiliyê li gorî metoda neteweya demokratîk bi pêş bixin.
Civakeke rêxistinkirî esas e
Di dawiyê li ser rola partiyê di afirandina civakeke birêxistinkirî, zane û azad de hat rawestandin, li ser vê bingehê dê xebat li pêşxistina hemleya rêxistinî ku kesek li derveyî rêxistinê nemîne, pêk bê. Û weha tê gotin: “Civaka birêxistinkirî ku têgihiştina dîrokî û siyasî li gel wê hebe dikare nasname, xak û nirxên xwe biparêze. Ji ber ku partiya me, partiya şehîdan e, girêdana bi bîranîn û nirxên şehîdan re erkeke jiyanî ku nikarin paşguh bikin. Di dawiya kongreyê de birêz Eyşe Hiso û birêz Enwer Mislim wek hevserokên partiyê hatin bilbijartin û her wiha 90 endam ji bo Meclisa Giştî ya partiyê û desteya dîsîplînê jî hatin hilbijartin.”
ANF/QAMIŞLO