Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya Ewropa konferansa xwe ya asayî bi dawî kir. PYD’ê di dawiya konferansê de encamnameyek derxist û diyar kir ku konferansê wan serkeftî bi encam bûye û têde Meclîsa Rêveber ji 43 endam hatin hilbijartin û gelek biryarên girîng di hemû aliyên rêxistinî, çapemenî û dîplomasî de hatin girtin.

Di encamnameya konferansê de wiha hate gotin: “Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya Ewropa konferansa xwe ya asayî di 29-30’yê Adar a 2014’an de li bajarê Bonn ê Almanya di dema ku Rojhilata Navîn û bi taybetπi Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ku qonaxeke dîrokî jiyan dike de, li dar xist.”
Derbarê girîngiya lidarxistina konferansê di vê qonaxa dîrokî de di encamnemeyê de wiha hate destnîşan kirin: “Di demek ku gelê me li Rojavayê Kurdistanê destkeftiyên dîrokî bi dest xwe xistin û projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi beşdariya hemû pêkhateyên herêmê li hersê herêmê Rojava Efrîn, Kobanê û Cizîrê ragihandine de ev konferans hate lidarxistin. Ji bo pirsgirêkên gel bêne çareserkirin, rêveberiya xweser bête çespandin, bersiva êrîşên çeteyan bêne dayîn û şikandina ambargoya li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê kar û misyon li van herêman gelekî zêde bûye.”

Beşdariya xwurt

Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku kesayet û aliyên di konferansê de başdar bûne ev in: “Di konferansê de 250 nûner ji sernaserî Ewrûpa, gelek nûnerên partiyên siyasî, saziyên Kurdistanî û Kurdî amade bûn. Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Kemal Tahirzade, Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, Serokê Partiya Jiyana Azad a Kuridstanê (PJAK) Hacî Ehmedî, Hevserokê Konfederasyona Komeleyên Kurd li Ewropa Îsmet Kem, Nûnerê Partiya Demokratik a Kurd li Sûriyê, Nûnerê Tevgera Goran a Kurdistanê, Serokê Tevgera Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê û Nûnera Tevgera Jinên Kurd li Ewropa amade bûn.
Derbarê karûbarên konferansê de di encamnameyê de wiha hate gotin: “Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê komîteya amadekar axaftinek hate kirin û bi xêr hatina beşdaran kir. Paşê peyama Hevserokê PYD’ê Salih Muslim hate xwendin. Paşê gelek axaftin ji aliyê nûner û mêvanan ve hatin kirin. Di axaftinan de bal kişandin ser girîngiya lidarxistina konferansê di vê dema hestiyar û awarte de û rola gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û bandoriya wê li ser gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn. Di axaftinan de gotin ku siyaseta gelê Kurd li Rojava ya xeta sêyemîn gelekî di cih de bû. Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî gelekî erênî û stratîjîk bû.”

Rêveberî hate nûkirin
Di encamnameyê de hate diyarkirin ku ji bo gihandina dengê gelê Kurd û projeya wî ya demokratîk ji erk û xebat dîplomatîk, siyasî, rêxistinî û çapemenî yên rêxistina PYD’ê ya Ewropa ya sereke ye û cihê spasiyê ye.
Di encamnameya Konferansê de wiha hate gotin: “Beşdarên konferansê li ser  şaştî û kêmasiyên rêxistinê, karên meclîsan, komîteyên herêmî, bicihkirina saziyên partiyê yên çapemenî, dîplomatîk û rêxistinî, vekirina buroyên van saziyan li hemû welatên Ewropayê, girîngiya birêxistinkirina jin û ciwanan, lidarxistina konferansa ciwanên PYD’ê û mijarên girêdayî perwerdekirinê li Ewropayê û li Rojava rawestiyan.”
Derbarê biryarên ku di konferansê de hatin standin di encamnameyê de wiha hate diyarkirin: “Di konferansê de Meclîsa Rêveber a ku ji 43 endaman pêk tê hate hilbijartin. Ji van 9 jin, 4 ciwan in. Di konferansê de gelek biryarên girêdayî mijarên rêxistinî, çapemenî, dîplomasî, perwerdehî, jin û ciwan û li gorî qonaxa çarenûsê ku bi saya berxwedana gelê Kurd li Rojava û YPG/YPJ’ê hatin girtin.”

NAVENDA NÛÇEYAN