Semînera ji bo danasîna projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li navenda partiyê ya li bajarê Rumêlanê pêk hat. Semîner bi deqaeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di semînerê de şêwirmandê siyasî yê Serokatiya Hevbeş a Partiya Yekîtiya  Demokratîk (PYD) Sîhanok Dîbo axivî  û bal kişand ser rastiya Rêveberiya Demî û wiha got: "Rêvaberiya Xweseriya Demokratîk hêza xwe ji îradeya gel digire. Bi Komînan xwe birêve dibe, ji ber ku komîn bingeha Rêveberiya Xweser e."

Dîbo di axaftina xwe de da zanîn ku ev Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, alternatîfa dewlet netew e. Dîbo bal kişanad ser rola jin, ciwan, aborî  û parastina rewa ji ber ku ev xalên sereke dinava  vê projeyê de ne. Sîhanok Dîbo di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku pêşxistina Rêveberiya Xweser di pêşxistina  rêxistinkirina civak, demokrasî, jiyana hevbeş  û  aboriyek xwaza parêz deye‫.‬

  ANHA-GİRKÊ LEGÊ