Mala Kardelen a jinan, ji bo jinên ku rastî tundiyê hatine û derûniya wan xera bûye, dîsa bi civakê ve girêbidin û pirsgirêkên wan ên derûnî, civakî û aboriyê çareser bike, navenda parastinê û stargeha jinan ava dike. Şaredariya Rezan, li gorî zagona şardariyan a "Şaredariyên nifûsa wan zêdeyî 50 hezarî be pêwiste mala stargehê vekin" ket hava hewldanan û biryar da ku mala stargehê veke. Li Amedê ku berê di bin baneya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de stargehek û di bin baneyê Walîtiyê de stargehek hebû, niha stargehek din lê zêde dibe.
Navenda Piştevaniya Jinan a Kardelen a Şaredariya Rezan, di çarçoveya cudatiya posîtîf a jinan de kete nava hewldanan û ji bo jinên rastî neheqî û binpêkirina mafan tên biparêze, navenda parastinê ava dike. Mala Jinê ya Kardelelen dê navenda îstasyona parastina jinan ku 8 jin û zarokên xwe lê bimînin veke. Jinên ku rastî binpêkirina mafan bên û ji bo parastine serî li vê îstasyonê bidin dê karibin heta 6 mehan li vir bimînin. Jinên ku bên li vir bimînin dê perwerdehiya civakî û derînî bibînin û bên ronîkirin. Kordînatora Mala Jinan a Kardelen Mukaddes Alataş, anî ziman ku her diçe tundiya li dijî jinan zêde dibe û ji bo vê yekê çareserî avakirina qadên jiyana azad e. Alataş, anî ziman ku ew dê li vê navendê perwerdehiya derûnî, aborî, civakî û çandî bidin û jinan der barê mafê wan ê civakî de zane bikin.
Alataş, destnîşan Navenda Parastina Jinna dê di meha adarê de têkve meriyetê û her roj vekirî be. Atala, destnîşan kir ku kesên dixwazin ji stargehê sûdê bigirin dikarin serî li Şaredariya Rezan û Mala Jinan a Kardelenê bidin.


DÎHA/AMED