Belgefilm qala Dr. Dorpeç Kobanê dike ku dest ji karê xwe yê li nexweşxaneyeke li Stockholmê berda, çû Kobanê, ji bo rehabîlîtekirin û dermankirina birîndaran navendek ava kir.

Brandon Gamblen ê Kanadayî, Nadîm Fetaîh û Tashî Pîetrzykowsa ji bo ku dîmenên beşa dawî ya belgefilmê bikişînin, hatin paytexta Swêdê Stockholmê. Derhêneran qala vî karê xwe kir.

Pêşî çû Misrê piştre berê xwe da Kobanê

Fetaîh, piştî ku serhildana bi navê ‘Bihara Ereb’ dest pê kir, ji bo şopandina çalakiyên girseyî yên li dijî sîstemê û çêkirina belgefilman, çû Misrê.

Ji ber ku Berxwedana Kobanê û sîstema li Rojava bala wî kişand, tevî Gamblen û Pîetrzykowsa, berê xwe da Rojava.

Armanc ragihandina ji cîhanê re ye 

Fetaîh da xuyakirin ku ji bo kişandina dîmenên belgefilmê, wan tîmek ji 8-10 kesan ava kiriye û li ser armanca belgefilma ‘This is Kobanê’ got: “Me xwest tevlîbûna gel a li nava sîstema li Rojava, guherîna civakî ya li Rojava û xebatên Dr. Dorpeç Kobanê yê ji Swêdê hatî, ji cîhanê re ragihînin. Me hewl da vebêjin; dema mirov bixwaze, dikare şoreşê pêk bîne û sîstemeke nû ava bike. Lê belê cîhanê zor û zehmetiyên vê yekê nedidîtin, êşên gelan, nedidîtin.“

‘Me xwest rastiyê nîşan bidin’

Gamblen jî got, “Me bi taybetî hewl da piştgirî, têkoşîna navbera endamên YPG/YPJ’ê yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin, bibînin, hest û nihêrînên birîndaran hîn bibin. Bi vî rengî me xwest vê rastiyê nîşan bidin.”

Fetaîh û Brandon da xuyakirin, ku astengiya herî mezin a di dema kişandina dîmenên belgefilmê de astengiya derbasbûna ji sînor bû û wan anî ziman ku ji bilî tedbîrên ewlekariyê, rêveberên li Rojava bi ti awayî li pêşiya wan nebûne asteng, berevajî ji wan re bûne alîkar.

Wê di Festîvala Fîlman a Torontoyê de bê nîşandan

Fetaîh da xuyakirin ku belgefilm wê di mehên destpêkê yên sala pêşiya me de biqede û di meha Gulanê de li Festîvala Fîlman a Torontoyê were nîşandan, ku ev festîval duyemîn festîvala herî mezin a fîlman a cîhanê ye.


MÛRAT KÛSEYRÎ / ANF / STOCKHOLM