Di şevbihêrkê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Saziya Malbatên Şehîdan, Tevgera Civaka Demokratî û bi dehan ji welatiyên herêmê û nûnerên êlên Ereban amade bûn.
Di destpêka şevbihêrkê de, Hevserokê Komîteya Têkiliyên TEV-DEM’ê ya bajarê Qamişlo Yûsif Kutê bixêrhatina beşdaran kir û 13 helbestkar û 2 hunermendên vexwend ser dikê.
Hunermend û helbestkar xelat kirin
Piştî vexwendina helbestkar û hunermendan li gorî rêzê yek Kurd û Ereb helbestên xwe bi zimanên Kurdî û Erebî xwendin û dilê guhdaran şa kirin. Dûre hunermendên Kurd Bêkes Darî û Daniş Botan bi stranên Kurdî tevlî bernamê bûn.
Di dawiya şevbihêrkê de, Serokê Desteya Karûbarên Şehîdan Rêzan Gulo û Endamê Rêveberiya TEV-DEM’ê Ebdullselam Ehemd, helbestkar û hunermend xelat kirin.
Helbestvanên Ereb ên ku şevbihêrk zindî kirin, ‘Nede Metleq El-Şemerî, Hayis Xalid El-Qiêt, Mihemed Mutab El-Qiêt, Newaf Nihêr El-Miroqî, Xidir El-Nahid El-Şemerî û Meşal Elî El-Şemerî’ bûn. Helbestkarnên Kurd jî, Îbrahîm Derwêş, Ebdullselam Ehmed, Ebûd Mexdo, Edanan Îbrahîm, Can Îbrahîm û Ehmed El-Elî, Ehmed Çetelê bûn.
ANHA/QAMIŞLO