Helbestvanê Kurd Ferhadê Içmo ku ev demek e ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin roja perşembê wefat kiribû. Doh bi beşdariya helbestvan, nivîskar, nûnerên partiyên siyasî û gelê Qamişloyê cenazeyê wî li Goristana Hilîliyê hate definkirin. 

Içmo di sala 1950′î de li bajarê Qamişlo ji dayik bû. Heta dibastana amadeyî li Qamişlo xwend. Di sala 1984´an de bawernameya endazyariyê ji Zankoya Helebê wergirt. Içmo berî helbestê dil da muzîkê û di sala 1970´an de dest bi jenandina tembûr, gîtar û cumbişê kir. Wî li gel eleqeya bi muzîkê re bi helbestê re mûjil dibe û yekem helbesta xwe bi navê “Ey Zeman” di roja 29.07.1978’an de lê kiriye. Di gelek kovar û rojnameyan de helbestên wî hatine weşandin û nêzî 40 helbestên wî bi dengê Mihemed Şêxo, Beha Şêxo, Adil Hiznî, Selahê Osê, Ismaîl Cuma, Gulistana Sobarî û Şeyda bûne stiran û li ser zimanan gerîne. Heta niha bi navê “Lêmişta Zozan” (1988), “Piştî Çi” (1995), “Evîna te” (1998),  “Landik I, Helbestên zarokan” (1998), “Pelên Sipî” (2000), “Landik II” pirtûkên wî hatine weşandin. Heta niha gelek helbestên wî bûbûn stran û ketibû ser zimanan. Yek ji wan jî “Li Qamişlo” ye. Gelek kesî ev gotin wekî stran xwendin.

Helbestên wî bi Erebî jî derçûn

Içmo di nava gelê Rojava de, bi helbestên xwe dihat nasîn û derbarê wêjeya Kurdî de li gelek cihan semîner jî didan.

Wergêrê Iraqî Selah Berawî jî helbestên wî li Erebî wergerandine û bi navê ″Demsalên hezkirinê″ weşandine. Içmo gelek xelat ji Yekîtiya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd ên Sûrî, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, Nûredîn Zaza, Mele Ehmed Pawlo û Peymangeha Cegerxwîn a Zimanê Kurdî, wergirtine.

Helbestvanê Kurd beriya ku biçe ser dilovaniya xwe, ji xizm û hevalên xwe xwest ku helbestên wî çap bikin. n



QAMIŞLO