
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi şîara “Kirasê Bûkê 7 Reng e” kampanyaya xemilandina dîwarên dibistanan li Qamişlo didin dest pê kirin.
Li gor kampanyayê 20’ê mehê saet 14’an de dê ji navenda HRRK’ê li Qamişlo dest pê bikin û dîwarên dibistanan boyax bikin. Serokê HRRK´ê Ehmed Huseynî têkildarî kampanyaya xemilandinê axivî. Huseynî da zanîn ku komek rewşenbîrên li Rojavayê Kurdistanê gihane hev û biryara lidarxistina kampanyayê stendine û wiha peyivî: “Em dixwazin bi vê hemleyê re zarokan ji mejiyê rejîma Baas a netewperest rizgar bikin da ku zarok germ nêzî ziman û çanda xwe bibin. Em ê dirûşme û wêneyên nijadperest rakin û li şûna wan wêneyên bala zarokan bikşîne û hêviyê bide wan xêz bikin.ʺ
Hemle ji Qamişlo dest pê kir
El-Huseyînî anî ziman ku wan ji dibistaneke bajarê Qamişlo dest pê kirine û wiha pê de çû: ʺEger şêniyên bajarê Qamişlo germ nêzî hemleyê bibin, em ê li bajarên Kantona Cizîrê yên dîtir jî bidin destpêkirin.”
Dê helbest jî werin xwendin
Huseynî diyar dike ku xwendina helbestan li taxên Qamişlo jî parçekîji hemleyê ye û got: ”Her deh rojan em ê li kolaneke bajarê Qamişlo şahî lidar bixin û di wê şahiyê de helbestan bixwînin. Em dixwazin bi riya vê yekê civak vegere çanda xwe ya bere.ʺ
Bala şêniyan dikşîne
Rewşenbîran weke ceribandin ji dibistana seretayî ya taxa Kornîş dest bi xêzkirina wêneyan kirin. Wêneyên wan bala nîgarvan, hunermend û şêniyan kişand. Hinek şêniyan xwestin ku zarokên wan ên bi nîgarvaniyê re mijûl dibin tevlî hemleyê bibin. Her wiha gelek nîgarvan û hunermend bi Hevgirtina Rewşenbîran re ketine nava têkiliyê û xwestine tevlî hemlê bibin. Her wiha HRRK bang li her kesî dike ku piştgirî bide vê kampanyayê û kampanya ji bo hemû wênesazan vekiriye.
ŞÎNDA EKREM / QAMIŞLO