AXÎN TOLHILDAN / ANF/QAMIŞLO
Kurdistaniyên li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, ji bo xwedîderketina berxwedana li dijî tecrîdê 5 roj in di nava çalakiyan de ne. Çalakiya dorveger bi pêşengiya Kongra Star û Saziya Malabatên Şehîdan pêk tê.
Di çalakiyê de hemû pêkhateyên herêmê tevî nûnerên sazî û dezgehan siyasî amede ne.Kedkarên Heyva Sor a Kurd di çalakiyên greva birçîbûnê de bi berxwedêran re ne.
Ji em li vir nobedê digirin
Xebatkara Heyva Sor a Kurd Newroz Şabo li ser berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê peyivî û got;”Heta ji destê me tê em hewl didin li çem gelê xwe bin.Ji ber ku em li konê greva birçîbûnê wezîfedar in û alîkariyê didin gelê xwe em kêfxweş in. Ji bo rojê 24 saetan alîkariyê bidin gelê xwe em li vir nobedê digirin.”