Biryara NY ya girêdayî komîteya amadekirina destûra Sûriyê dibe sedema nerazîbûna tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di vê çarçoveyê de pêkhateyên Qamişlo doh meşiyan û nerazîbûna xwe raber kirin. Pêkhateyan diyar kir ku komîte nûnertiya gelên Sûrî nake.

Em îttîraf pê nakin

Îdan El-Efîn bavê şehîd Ehmed El-Efîn û ji pêkhateya Ereb e beşdarî meşê bû û got: “Aliyên tev li amadekirina destûrê bûne guh nadin gelên Sûrî û gelên Sûrî ji bo wan ne girîng in.

Jina bi navê Semîre Mihemed jî got: “Em destûra ku Rêveberiya Xweser ne tê de ye, wê red dikin û îtîraf pê nakin.

Lora Selûm a ji pêkhateya Suryan jî got: “Dûrxistina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteya amadekirina destûrê neheqiye li pêkhateyan.

Ev komîteya kê ye?

Sekreterê giştî yê NY`î Antonio Guterres di 23`yê Îlonê de avakirina komîteya destûrî ya Sûriyê ragihand. Lê nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne di nav de ye. Li gorî Antonio Guterres komîte ji 150 endaman pêk tê 50 Rejîma Sûriyê wan diyar dike, 50 ji aliyê opozîsyona girêdayî Tirkiyê û 50 şandeyê taybet ê NY`î diyar dike.

 

ANHA/QAMIŞLO