Doh bi sedan welatiyên Qamişlo ji bo piştgirîdayîna berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê daketin qadan û meşek li dar xist. Meşê ji çerxerêya 4’ê Nîsanê dest pê kir û piştre mîtîng hat li darxistin. Di mîtîngê de li ser navê meclîsa bajarê Qamişlo, Heval Selman axivî û got; “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî hate girtin û ev 20 sal in ku dîl girtiye. Em ê berxwedana xwe bidomînin û Rêberê xwe azad bikin.”

Piştre li ser navê Kongreya Star Xaliya Mihemed peyivî û got, "Em berxwedana zindanan a ku ji bo azadiya Ocalan tê kirin, pîroz dikin. Em weke Kongreya Star piştgiriyê didin çalakvanên xwe û em dibêjin, heta Serokê me azad bibe, wê berxwedana me bidome.”

Her roj em berdêlan didin

Ji meşvanan, Dêrsim Mehmûd jî got; “Grevên birçîbûnê wê bikevin rûpelên dîrokê. Heta azadiyê ev berxwedana me wê bidome.” Nejbîr Osman jî got; “Va ye, berxwedana me mezin dibe. Her roj em berdêlan didin, her ku şehîdek diçe, berxwedana me hîn xurttir dibe.”

 

QAMIŞLO