Tirkiye welatî wiha ye, pêşî mafn binpê dike, paşê ji bo binpêkirina mafan re qanûnan çêdike. Em behsa welatekî dikin ku ji bo qirrkirina Kurdan heta niha bi dehan caran qanûnên taybet çêkirine û heta destûra xwe li gorê wê eyar kiriye.

Herçî sansûra huner û nexasim jî film û sînemayê bû, li Tirkiyeyê her lê bû. Niha jî hikûmeta Tirk “Qanûna Têkildarî Çêkirina Guhertina Destekkirin, Beşkirin û Nirxandina Filmên Sînemayê” di Meclîsa xwe re derbas kir û sansûr jî bi qanûnê fermîtir kir. Êdî komîsyoneke ji 8 kesan wê beriya filmên sînemayê bên pêşandan, wan binirxîne û dabeş bike. Na na, we rast fêm kir, Tirkiye berx dide destê gur.

Li gorî vê qanûna hikûmetê ya bi navê “Qanûna Têkildarî Çêkirina Guhertina Destekkirin, Beşkirin û Nirxandina Filmên Sînemayê” de ev komîsyona ji 8 kesan di her warî de wê filman "bişopîne" û "binirxîne".

 

MA / ENQERE