Di civînê de cihên ku dê bibin muze wekî 80 hektar erd ku bi hezaran mal û avahî di nav de hene, hate destnîşankirin.


Qanûna berdêlê tê amadekirin

Di dawiya nîqaşan de biryar hate dayîn ku ji bo welatî mexdûr nebin, qanûnek bê derxistin û li gorî tespîtên dê bên kirin, berdêla cihên di nava muzeyê de dimînin, bê dayîn. Der barê mijarê de Serokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Kobanê Mistefa Ebdê got, “Em ê ji bo berdêla xanî û avahiyên dikevin cihê muzeyê kar bikin. Ji bo vê mijarê pêwîstî bi yasayekê heye, em wekî desteya vê mijarê nîqaş dikin ku em yasayekê destnîşan bikin û hemû kes li gorî wê yasayê heqê xwe bigire. Ji bo vê mijarê, em ê wekî gava destpêkê komîteyeke lêkolînê amade bikin, da ku hejmara xanî û avahiyan destnîşan bike.ˮ

Li herêma hatiye destnîşankirin de avahiyên gelek sazî û dezgehan jî hene. Hinek ji van saziyan wiha ne: Dibistanên Sewra, Basil û Dibistana Rîfiyê, qesra hikûmetê, navenda qeydkirina nasnameyan, navenda Asayîşa Giştî û ya Jinan, avahiya xizmetan, avahiya ceyranê, navenda jinan, navenda Saziya Zimanê Kurdî, navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger (Tevgere Ciwanên Demokratîk ên Rojava), avahiya TEV-DEM, navenda PYD, şaredariya Gel a Kobanê, navenda PDKS û avahiya berê ya Desteya Bilind a Kurd. 


 KOBANÊ