Qanûna Qeyser wê bibe felaket
TEV-DEM'ê ragihand ku Qanûna Qeyser wê bibe sedema felaketê û hem hişyar kir hem jî bang kir.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li ser pêkanîna DYE ya bi navê Qanûna Qeyser a wê were pêkanîn daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye;
"Çend rojên din cezayên bi navê qanûna Qeyser li ser Sûrî û gelên wê were meşandin. Civaka navdewletî ti çareyeke siyasî ji bo aloziya Sûrî peyda nekiriye. Ji ber vê yekê civaka Sûrî bi salan êş û azarên şerê mezhebî, şovenî û dagirkerî dikişînin. Hikumeta Sûrî xemsar e û ji berpirsyartiyên xwe yên pêkanîna diyaloga çareseriya Sûrî-Sûrî direve. Lewra berpirsyartiya herî zêde ya vê aloziyê hildigre ku welat gihandiye vê kareseta civakî û aborî. Divê hikumeta Sûrî îro li çareserî û alternatîfan bigire da ku bandora vê aloziyê li ser gelên Sûrî kêm bike, ne wisa be ew jî şirîkê rasteqîn ê vê qanûnê ye.
Li şûna ku civaka navdewletî zextê li hikumeta Sûrî bike da ku diyalogê qebûl bike û ji bo bidawîkirina aloziya Sûrî kar bike, bi qanûna Qeyser ceza li ser Sûrî ferz kirin, ev qanûn wê êş û azara civaka Sûriyeyê zêdetir bike."
TEV-DEM‘ê qanûna Qeyser weke şerê aborî bi nav kir û got: “Armanc jê ew e, îradeya gelên Sûrî teslîm bigirin. Ev ceza wê bandorê li tevahiya Sûrî bike, her wiha wê bandorê li rewşa me ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bike."
TEV-DEM‘ê wiha dawî li daxuyaniyê anî: "Em bang li gelê xwe û hemû yekîtî û saziyên civaka sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûrî dikin, ên nûnertiya civaka Sûrî temsîl dikin ku li hember simsarên şerê aborî hişyar bin. Her wiha ji bo xizmeta civakê bixebitin. Em di wê baweriyê de ne ku em ê vê aloziya aborî derbas bikin." NAVENDA NÛÇEYAN