Dixwazin hilbijartinên eyaletan asteng bikin
Derbarê paşvexistina hilbijartinên parêzgehan jî Dr. Silêman Cehfer Mihemed da zanîn ku partiyên desthilat ji berk û di van hilbijartinan de ji xwe ne bawerin lewra bitirs nêzî çêbûna hilbijartinên parêzgehan dibin û wiha pêde çû; “Paşvexistina hilbijartinên parêzgehan (eyalet) jî em dispêrîn ji xwe ne bawerbûna herdû partiyên desthilat PDK û YNK’ê. Ji ber ku li Herêma Kurdistanê aramî heye û tu asteng li pêşiya çêbûna hilbijartinan tuneye. Wek tê zanîn Iraqê li rexmê ku bûye navenda teqînan û şer hilbijartinên xwe yên parêzgehan kir. Eger Iraq bikare vê yekê bike wê demê çi sedem heye ku li Herêma Kurdistanê hilbijartinên parêzgehan pêkneyên. Bi kurtî hilbijartinên parêzgehan ji ber sedema partiyên Hukumeta Herêmê pêktînîn ditirsin ku sernekevin jibo wê naxwazin niha ev hilbijartine bên kirin.”
Daxwaza muxalefetê
Dr. Silêman Cehfer Mihemed têkildarî hilbijartina serokatiya herêmê ji aliyê parlementoyê ve jî nêzikatiya partiya xwe Goran wiha anî ziman: “Eger serokatiya herêmê ji aliyê gel ve were hilbijartin û desthilatên ku niha di destê wî de heyî hebin dikare hemû biryar bide û nebe mûxatabê tu alî û saziyan. Lê eger ji aliyê parlementoyê ve were hilbijartin ku parlemento jî ji aliyê gel ve tê hilbijartin, wê demê dê di bin sêwana parlementoyê de mafê xwe yê biryardanê bikarbîne û ev jî tê wê wateyê ku Herêma Kurdistanê ji serokatiyek ber bi dîktatoriyê ve diçe dûr bikeve. Yanî mirov dikare bêje ger sîstema parlementoyê li herêmê were rûnişkandin serokatiya herêmê biryarên ne li gorî berjewendiyên gel û xaka Kurdistanê bide, parlemento dikare li dijî derbikeve. Lewra em wek Tevgera Goran dixwazîn serokatiya herêmê ji aliyê parlementoyê ve were hilbijartin.”
Mihemed di dawiya axaftina xwe de balkêşand ser leyistokên partiyên desthilat yên Herêma Kurdistanê ku ji bo hilbijartinan dikin û da diyar kirin ku ji bo ku di hilbijartinan de serbikevin serî li hemû riyên ne zagonî didin.
NÎHAT KAYA/ WEHBÎ DEMÎR/DÎHA/HEWLÊR