Tirkiya û Yekîtiya Ewrûpayê beriya mehekê li ser paşvegerandina koçberên Sûriyeyê ku bi riyên nerewa re derbasî Ewropayê dibûn, lihev kirin. Diviyabû ev hevpeyman di hefteya bê de biketa meryetê. Rêxistina Efûyê ya navnetewî di raporeke xwe de, diyar kir ku di nav 7 û 9 mehên borî de, Tirkiyê bi hezaran penaberên ku li erdê wê bicih bûne vegerandin Sûriyeyê. Raporê da zanîn ku ji ber vê yekê dewleta Tirk qanûnên mafên mirovan ên navnetewî binpê dike.
Rayedarê rêxistinê yê Ewrûpa û Asayaya Navîn John Dalhosîn diyar kir ku Ewrûpa û cîhana navnetewî rastiya ku Tirkiye ji bo hewandina koçberan welatekî nebiewle ye, paşguh dikin.
Rapora Rêxistina Efûyê ya Navnetewî, cih dide nêrînên koçberên li başûrê Tirkiyeyê hatine bicihkirin. Koçber tînin ziman ku Tirkiye rojane nêzî 100 koçberên Sûriyeyê ji jin, mêr û zarokan vedigerînin Sûriyeyê.
Li gorî rapora Rêxistina Efûyê, koçberên li Tirkiyeyê qeydkirî û neqeydkirî ne. Tirkiye niha hejmara koçberên qeydkirî yên li başûrê Tirkiyeyê bicih kirine kêm dike. Her wiha alîkariya pêwîst nade koçberên neqeydkirî.
LONDON