Endamê Desteya Daîmî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso, destnîşan kir zagonên ku wan di civîna Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê de derxistine, di riya avakirina sîstema xweseriya demokratîk de pêngaveke dîrokî ye û got ku ev biryar dikevin meriyetê.

Endamê Desteya Daîmî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso, zagonên ku di civîna Meclîsa Daîmî ya Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) de ji bo avakirina sîstema xweseriya demokratîk hatine wergirtin nirxand.  Xerîb Hiso anî ziman ku civîna Meclisa Daîmî ya MGRK'ê ya sêyemîn, ji ber encamên civînê û biryarên hatine wergirtin ji bo Rojavayê Kurdistanê girîng û dîrokî bû. Hiso da zanîn ku di civînê de rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn, Sûriyeyê û bi taybet a Rojavayê Kurdistanê bi berfirehî hatiye guftugokirin.
Endamê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso da zanîn ku di civînê de mijara ewlekariyê jî hatiye nirxandin û di vê mijarê de jî biryar hatine girtin û weha got: “Ji bo ewlehiya welatê xwe me biryarên berbiçav girtin, me zagonên ji bo ewlekariyê danîn. Asayiş hêzeke civakî ye, ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê wê xebatên me hebin. Li Rojavayê Kurdistanê û li bajarên Sûriyeyê ku kurd lê dijîn wê hêzên ewlekariyê hebin. Ji ber gelek taxên kurdan li Heleb, Reqa û Şamê hene, li wan taxan jî wê ewlekariya me were bicîkirin. Ne tenê kurd gelek neteweyên li Rojavayê Kurdistanê dijîn jî divê di nav hêzên ewlekariyê de cîh bigirin. "

Qanûn li gorî pîvanên navnetewî bin

Hiso diyar kir ku ji bo wan mijara ewlekarî û hêzên asayişê tiştekî nû ye û qanûnên ewlekariyê li ser bingehê civaka xwezayî saz bikin. Xerîb Hiso got, "Me biryar girt ku navendên asayişê li hemû taxan ava bikin. Mirovê ku bibe endamê asayiş û ewlekariyê divê li ser danûstandin û nêzîkbûna bi mirovan re werin perwerdekirin. Ji bo girtiyan jî qanûnên cûda hatin derxistin. Di derbarê girtiyan de jî, divê mafên girtiyan werin parastin. Zindanên me jî we ne weke zindanên rêjîma desthilatdar bin û li gorî zagoneyên navnetewî bin. Me hewl da ku zagonên me mafên girtiyan biparêzin. Hêzên asayîşê wê ji danûstandinên bi girtiyan re jî berpirsyar bin."
Hiso li ser mercên endamtiya asayişê de jî agahî da û da zanîn ku her kesê ku temenê wî ji 18 salan zêdetir be, li gorî ehlaqê civakê tevbigere û ji mirovan re bi hurmet nêzîk bibe dikare cihê xwe di nav hêzên asayişê de bigire. Hiso weha got, "Yanî divê mirovên bi başî tên nasîn bin û xizmetkarê civaka Rojavayê Kurdistanê be, li ser bingehê biratiya gelan tevbigere û di navbera tu kes û netewî de cûhekariyê neke. Ji ber ku hêzên ewlekariyê ne tenê li Rojavayê Kurdistanê, wê li hemû deverên ku kurd lê dijîn hebin. Ji ber ku ji bo me ji bo parastina ewlekariya sivîlan, hebûna hêzên ewlekariyê pir girîng e.”

Pîvanên dad û wekheviyê

Hiso diyar kir ku di civînê de piştî guftugoyên hatine kirin qanûnên dad û edaletê jî hatine pêşkêşkirin. Hiso îşaret bi dadgehên ku li Rojavayê Kurdistanê tên danîn jî kir û ev agahî da “Li her bajarek wê navendên dadgehê were vekirin. Her dadgehek rêvebiriya xwe li gorî zagonên ku hatine dayin wê destnîşan bike. Jixwe komîteyên ji bo dadgehan werin sazkirin jî ji kesên xwedî tecrube wê werin avakirin. Kesên ku niha pirsgirêkên gel çareser dikin, wê bibin weke endamên sereke. Ji ber ev dadgeh gelerî ne û girêdayî tu partiyan e.” Endamê TEV-DEM’ê Herîb Hiso diyar kir ku ji bo ev biryarên hatine wergirtin û zagonên hatine amadekirin wê li hemû Rojavayê Kurdistanê bikeve meriyetê û di pratîkê de gav bên avêtin.  


DIYAR CEZÎRÎ / ANF/QAMIŞLO