Endamên Koma Çareseriya Demokratîk û Aştiyê ji aliyê sedhezaran kesan ve li deriyê sinor ê Tirkiyeyê ve hatin pêşwazîkirin. Koma ku piştî hatin Tirkiyeyê rastî lêpirsînê hatin û herî dawî hatin girtin. Gelek ji wan jî derketin derveyê sînor. Hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên di 22'yê îlona 1999'an de dest pe kir û her tim rastî astengiyan hat û bê bersîv ma her tim bê bersîv ma.
Piştî ku Rêberê Gelê Kurd di 9'ê Cotmehê de ji Sûriyeyê hate derxistin û di 15'ê Sibate de radestî Tirkiyeyê hate kirin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 13 salan her tim ji bo rê li pêşiya aştiyê veke proje pêşkêşî Tirkiyeyê û derdorê kirin. Di 1'ê cotmeha 1999'an de koma yekemîn a aştiyê ku di navde Alî Sapan, Seydî Firat, M. Şirin Tunç, Îsmet Baycan, Sohbet Şen, Yuksel Genç, Yaşar Temur û Gulten Uçar hebûn rêkirin Tirkiyeyê.
8 endamên Koma Aştiyê ya ewil ku hatin Tirkiyeyê li deriyê sînor hatin girtin û şandin girtîgeha Tîpa E ya Mûşê. Koma Aştiyê ya ewil li DGM'a Wanê hatin darizandin û bi îdiaya "Endamên rêxistinê ne" hatin cezakirin. Destê ewil ê koma aştiyê ku ji bo aştiyê hatin Tirkiyeyê li hewa ma. Ligel vê yekê Reberê Gelê Kurd, dîsa xwest komek din bê. Koma 2'yemîn ku di navde Haydar Ergul, Ali Şukran Aktaş, Aygul Bidav, Îmam Canpolat, Yusuf Kiyak, Aysel Dogan, Haci Çelîk û Dilek Kurt jî hene di 29'ê Cotmeha 1999'an de hatin Tirkiyeyê. Koma 2'yemîn jî li Stenbolê haten binçavkirin û ji aliyê DGM'ê hatin girtin û ji xala TCK'ê ya 168/2'an hatin girtin. 8 endamên komê her yek rastî 7 û 15 sal cezayê girtîgehê hatin.

Nexşerêya Ocalan 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 15'ê tebaxa 2009'an de 156 rûpel "Nexşerê" pêşkêşî hikûmetê kir. Lê proje û pêşniyarên Nexşerêya Çareseriya Demokratîk ji aliyê hikûmetê ve salekê hate desteserkirin û nehat bersivandin.
Herî dawî Rêberê Gelê Kurd  Ocalan dîsa banga aştiyê kir û xwest komên aştiyê ji bo rê li pêşiya çareseriya demokratîk vekin bên Tirkiyeyê. Li ser vê bangê di 19'ê Cotmeha 2009'an de 2 kom ji Qendîl û Maxmurê ku di navde 4 jêzarok 34 kesan pêk dihat, hatin Tirkiyeyê. Koma Çareseriya Demokratîk û Aştiyê li deriyê Sînor ê Mexmûrê ji aliyê sedhezaran ve hate pêşwazîkirin. Ji ber ku komên aştiyê bi girseyek pir mezin hatin pêşwazîkirin di meclisê de niqaş jî pêk hatin. Hikûmeta ku di serî de erênî nêzîk bû piştî komên aştiyê bi girseyî hatin pêşwazîkirin û rastî eleqeyek gelek mezin hat, helwesta hikûmetê û darazê li hemberî endamên koma aştiyê hatin guhertin. Piştî demekê der barê xebat û ziyaretên koman de doz û lêpirsîn hatin vekirin.

Aştî hate cezakirin 

Di 6'ê Nîsana 2010'an de Dozgerê Komarê yê Amedê der barê 30 endamên Koma Çareseriya Demokratîk û Aştiyê de doz vekir û 490 sal cezayê girtîgehê xwest. Di 16'ê nîsana 2010'an de 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê der barê endamê koma aştiyê Lutfu Taş de bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" 10 meh ceza da. Di 1'ê Hezîranê de der barê berdevkê koma Aştiyê Mehmet Şerîf Gençdal, de bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" hate girtin. Di 15'ê Hezîranê de endamê komê Emîne Sigar, hate binçavkirin. Berdevkê komê Mehmet Şerif Gençdal, li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate darizandin û heyeta dadgehê der barê Gençdal de bi îdîaya "propaganda rêxistinê ye" salek û 8 meh cezayê girtîgehê birî. Dadgehê der barê 13 endamên komê de biryara girtinê da. 

MUSTAFA EMRAH SUER / DÎHA/AMED