Tê gotin ku leşkerên lejyoner ên Qatarê ji bo perwerde bike kom kirine, li kampên Bîngazî, Zaviye, Misrata û Zintan ên Lîbyayê perwerde kiriye û bikaranîna çekên giran hînê wan kiriye.Li gorî ajansa Farsê, leşkerên di berdêla pere de şer dikin beriya Lîbyayê xwe digihînin Tirkiyeyê, piştre di ser Herêma Kurdistana Federal derbasî Iraqê dibin. Li gorî ajansa nûçeyan a Farsê dihat plankirin ku 1.800 kes bi awayê sê koman bihata şandin. Li gorî kovara Marianne, di belgeyê de tê gotin ku lejyonerên ji Magrebê ji ser Tirkiyeyê bo Sûriyeyê tên şandin û berevajî îddîaya ajansa Farsê, behsa Iraqê nayê kirin. Kovara Marianne dema da dû vê belgeyê, derxist holê ku ev belge di Îlona 2013'an de li malpereke bi navê Libyanwarthetruth.com de hatiye weşandin.
Belgeya dîplomatîk a Qatarê piştre di malpera Syrianpreepress a li dijî rejîma Beşar El Esad hat avakirin de, cih girt.
Belge dûre li malperên bi dijberiya xwe ya Îslamê tên naskirin hat dîtin, lê nehat tespîtkirin ka belge kengî û di kîjan şert û mercan de hatiye peydakirin. Şefê berê yê servîsa îstîxbarata navxweyî ya Fransayê (DGSE) Alain Chuet ku bi Erebî jî dizane dibêje, "Nikare were gotin ku ev belge rast e yan jî sexte ye." Li gorî Marianne, mora li binê belgeyê gelekî dişibe mora li binê belgeyên Wezareta Karên Derve ya Qatarê. Di belgeya mijara gotinê de her wiha tê destnîşankirin ku bûyerên mijara gotinê ji aliyê dîplomat û servîsên veşartî yên Ewropî û Amerîkî ve tê zanîn. Dema li malpera înternetê ya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê bê temaşekirin, dikare bê dîtin ku têkiliya navbera her du welatan çiqasî bi pêş ve çûye. Di malperê de tê gotin, "Têkiliyên Tirkiye-Qatarê di salên dawî de gelekî bi pêş ketine".
ANF/NAVENDANÛÇEYAN