SERKAN DEMİREL / ANF/CENEVRE
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li pêş çavê cîhanê hemûyî xwedî li dagirkirina Rojava derket û ji bo guhertina demografiyayê jî alîkarî ji hêzên cîhanê xwest. Erdogan çav berdaye petrola Rojava jî û dibêje, werin em bi hev re derxin. Erdogan xwest hatina ji petrolê jî li qaşo “herêma ewle” bikin mesref.
Li ber Neteweyên Yekbûyî jî çalakiyên bi armanca protestokirina Erdogan hebûn. Di çalakiyê de xwepêşanderan slogana “qatil Erdogan” bi dengekî bilind got. Di çalakiyê de xwepêşenderan xwest bi lez dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bê anîn û bang li hêzên navdewletî û Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku nebin şirîkê sûcên Erdogan.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di Foruma Penaberan a Cîhanî ya Yekemîn de ku bi beşdarbûna nûnerên fermî yên 120 dewletên endamên Neteweyên Yekbûyî pêk hat, xwedî li dagirkeriya xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûrî derket û ji bo guhertina demografyaya vê herêmê alîkarî xwest. Erdogan çav berda petrola Rojava û got, “Werin em petrola li vê herêmê bi hev re derxistin.” Erdogan herweha got, wê hatina ji petrolê jî li qaşo “herêma ewle” mesref bikin.
Civaka navnateweyî divê bi erka xwe rabe
Axaftina despêkê ya Formu Wezêrî Karê Derve yê Swîsreyê Ignozio Cassis û Komîserê UNHRC´ê Filippo Grandi kirin. Her du rayedaran jî bal bire ser pirsgirêkên penaberiyê. Wan got, divê ji wan re çareserî bêne dîtin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Guterres jî da zanîn ku li cîhanê hemûyî 70 mîlyon insan koçber in û 25 mîlyonê wan penaber in.
Piştî axaftinên nûnerên gelek dewletan, Tayyip Erdogan dîsa hêkên hesinî kirin û îdîa kir ku Tirkiyeyê herî zêde koçber hewandine û herî zêde dîsa ew li penaberan miqate ne. Erdogan da navê, li nava çavê her kesî nêrî û derewên mezin kir û îdîa kir ku Neteweyên Yekbûyî û Ewrûpa alîkariya wan nake. Erdogan bi van derewan jî nema û xwedî li komkujî û dagirkeriya li Rojava derket. Ne tenê xwedî derket, di heman demê de ji bo vê dagirkeriya xwe alîkarî xwest. Ji bo vê jî got, werin em bi hev re petrolê derxin. Ji bo dagirkeriya xwe jî bidomîne got, em hatina ji petrolê li vê herêmê bidin. Erdogan kesên wî ji ber komkujiyan rexne dikin jî kir hedef û derewa xwe ya mezin kir û got, herêmên wan dagir kirine, herêmên herî ewle ne.
Erdogan tu qatilî tu yê werî darizandin
Dema Erdogan di civînê de derew dikirin, li derve jî li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê Kurdistanî û dostên wan Erdogan protesto kirin. Kurdistaniyan timûtim sloganên “Dîktator Erdogan”, “Qatilê Zarokan Erdogan”, û “Dîktator Erdogan” gotin. Kurdistaniyan pankart û resmên kujeriya Erdogan nîşan didin, hildan. Hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç jî li vir got; “Neteweyên Yekbûyî qatilekî dike mêvan. Ev ne ya qebûlkirinê ye.”