Piştî girse gihişte navenda Cizîrê esnafên dikanên xwe venekirin jî tevlî meşa cenaze bûn. Di meşê de dirûşmeyên "Qatîl dewlet dê hesabê bide", "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Piştî girse gihişte Goristana Asrî ya Cizîrê rêzgirtin pêk hat û cenazeyê Kurt bi sirûda "Ey Reqîp" hate veşartin. Hevserokê Şaxa MEYA-DER'ê yê Cizîrê Mela Kasim Yîgît li vir axivî û diyar kir ku Umît hêviya azadî û demokrasiyê bû û hefteya borî polîsên Bariş qetil kirin şevê din Umît qeti kirin û wiha got: "Em vê komkujiyê lenet dikin. Li Cizîrê dewleta kur lîstikên xwe yên qirêj xistene dewreyê. Kesên behsa aştî, demokrasî û çareseriyê dikin divê berî her tiştî van lîstina xirab bikin û derbixin holê. Divê gelê kurd jî li hemberî vê yêkê bladar û hişyar be."
Hûnê hesab bidin
Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Şirnexê Salîh Gulenç jî wiha got: "Heke hesaba Ceylan Onkol, Ugur Kaymaz û Mehmet Uytunan hatiba pirsîn me îro Umît û Bariş defin nedikir." Gulenç, diyar kir ku Midûrê Şaxa Îstîxbaratê yê Trabzonê yê di cînayeta Hrant Dînk de weke gumandar îfade dan şandin Cizîrê ji bo xêr nîn e û wiha axivî: "Ev ji bo gelê me qetil bikin şandin vir. Ez bang li Walî dikim an hûnê van komkujiyan bidin rawestandin û polîsên xwe yên komkujiyan li dar dixin asteng bikin an jî hûnê neçar bimînin hesabê bidin vî gelî." Bavê Umît Kurt, Abdullah Kurt jî diyar kir ku zarokê wî şehîdê gelê kurd e û wiha got: "Kurê min ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin. Ez niha dixwazin rayedar hesabê bidin." Piştî axaftinê girse ji goristanê veqetiya.
DIHA/ŞIRNEX