
Teatra Jiyana Nû bi lîstika Bertolt Brecht “Qayde û Îstîsna” li Ewrûpayê li sê bajarên cuda derdikeve pêşberî şanohezan. Lîstikvan Rûgeş Kirici ji bo temaşekirina şanoyê bang li Kurdên li Ewrûpayê kir.
Teatra Jiyana Nû di repertuwara xwe ya beriya vê de lîstika “Tirsa Fuhrer” a Bertolt Brecht lîstin. Lîstika Qayde û Îstîsna ya Bertolt Brecht li cîhanê bi gelek zimanên cuda hat lîstin. Teatra Jiyana nû jî heman lîstikê bi Kurdî li Theater an der Ruhr ya li bajarê Elmanyayê Mulheimê 3’ê Kanûnê, 4´ê Kanûn li Kolnê û 6 Kanûnê jî li paytexta Franse Parîsê wê bê lîstin. Di lîstikê de Rugeş Kiricî karektera bazirgan zindî dike û bi tevahî 7 lîstikvan tê de cih digirin. Di lîstikê de Apo Tayboga, Cebar Alp, Sakîna Jîr, Rugeş Kirici, Yasemîn Karadag, Ferhat Faqî, Çetoyê Zedo, Serkan Brusk, Serhat Aydin, Umît Uçar û Serhat Kural cih digirin.
Lîstik 4’ê Kanûnê jî li Kolnê li ser dikê ye
Rugeş Kirici diyar kir ku di çarçoveya projeya Sahneya Stenbolê ya Teater an der Ruhr re bi Şanoya Kurd re xwestine projeya hevpar bikin û wiha dewam kir: “Proje wê di 3’ê Kanûnê de li bajarê Elmanyayê Mulheimê li Theater an der Ruhr promiyera xwe ya duyem bike. Em ê li Ewrûpayê çend hebên din jî pêk bînin. Her wiha wê lîstikên li Stenbolê jî bidomin. Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê ji ber tayînkirina qeyûm nehat kirin. Ji ber vê listîk wê li Kolnê bê nîşandan.”
Divê nifşê nû şanoya Kurdî nas bike
Rûgeş Kirici di dewama axaftina xwe de got, ew hewl didin hunerê bi gel re bînin cem hev û bang li temaşevanên xwe yên li Ewrûpayê kir û wiha peyivî: “Şanoya Kurd bi zehmetî diçe Ewrûpayê. Eleqeya ciwanên Kurd ya ji bo şanoyê heye. Divê nifşê wir şanoya Kurd nas bike.”
Mijara lîstikê
‘Qayde û Îstîsna’ behsa zilamekî dike ku tê pelçiqandin, tahdê lê dibe û di dawiyê de tê kuştin. Li dû xwe jina xwe û zaroka xwe dihêle. Kûjer li dadgehê tê berdan. Dadgeh digihêje wê baweriyê ku bûyer kuştineke parastina rewa ye û ji ber vê jî kûjer bêsûc e. Lewra diviyabû ew kesê ku tahdelêhatibû ji zilmkarê xwe nefret bikira û hesabê xwe bikira ku wî di fersenda ewil de bixwesta bikuşta…
Bernameya lîstikê wiha ye:
* Di 3’ê Kanûnê de li Theater an der Ruhr MULHEIM
* Di 4’ê Kanûnê de li Alte Feuerwache KOLN
* Di 6’ê Kanûnê de li La Belle Etoile PARÎS
NAVENDA NÛÇEYAN