Şaredariya Westanê ya ku di destê AKP’ê de ye bi hinceta ‘Bi mesrefê kêm’ hemû çopên xwe dirijîne keviyên Gola Wanê. Ji ber vê yekê her ku diçe qirêjiya Gola Wanê zêde dibe û şaredarî vê yekê ji neditî ve tê

Gola Wanê, ji ber rijandina çopan a Şaredariya Westanê ya AKP’î qirêj dibe. Keviyên Gola Wanê yên di sînorê taxa Karşiyakayê de ne, bi salan ji aliyê şaredariya AKP’î ve bi gotina ‘bimesrefê kêm’ çop lê tên rijandin. Keviyên golê yên veguherîne çopgehê, ligel dîmeneke kirêt, her wiha bi awayekî neyînî bandorê li tenduristiya zindiyan dike. Şerîda keviya golê bi qasî 2 kîlometreyan ji çopan xalî nabe û ji ber vê rêjeya qirêjiya golê her diçe zêde dibe.

Qirêjiya li golê bi awayekî berbiçav balê dikêşîne û ji ber çopên li keviyên kom bûne, biniya golê ya li peravan ji hêşîniyê veguheriye reşahiyê. Ji ber çopên bi salan li keviyên golê kom bûne, cazîbeya peravên golê bin pê dike û ji ber bêhna çopan êdî tu mirov bi wan deran ve naçe. Rayedarên şaredariyê yên heta niha li herêmê tu tevdîr negirtine û xebat nedane destpêkirin, li ber qirêjiya golê xwe li nedîtiyê datînin. 


WAN