HPG’ê bi bîr xist ku li meydanê avahiya AKP’ê, nuqteya polîsan û 3 konteynirên polîsên tîmên taybet hebûn, û ji bilî 18 polîsên tîmên taybet ên kuştî zêdeyî 30 wezîfedarên dewleta AKP’ê û polîsên tîmên taybet jî birîndar bûne.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya li ser mijarê wiha ye:
“Bombeyeke qazanê ya ku ji aliyê balafirên şer ên dewleta AKP’ê ve li Kurdistanê hatibû barandin, neteqiya. Ev bombeya qazanê li wesayîtekê hat bicihkrin û bi polîsên li ber avahiya AKP’ê ya bajêr de hat teqandin. Ev çalakî li dijî qetilkirina ciwanên Kurd ên li taxên Wanê û darbeya qeyûm a vîna gelê Kurd tine dihesibîne, weke bersivekê hatiye lidarxistin.”
HPG kitekitên çalakiyê û encamên wê jî wiha radigihîne:
“Roja 12’ê Îlonê saet di 10:45’an de, li meydana Beşyolê çalakî hat lidarxistin. Di encama vê teqînê de pirraniya konteynirên POH’ê îmha bûn û 3 maşînên zirxî rûxiyan. Avahiyên AKP’ê û polîsan jî zerareke mezin dît.
Di encamê de 18 polîs û tîmên taybet mirin, zêdeyî 30 wezîfedarên dewleta AKP’ê û POH birîndar bûn.”
NAVENDA NÛÇEYAN