
LUQMAN GULDIVÊ / NAVENDA NÛÇEYAN
Li paytexta Elmanyayê Berlînê şemiya bihurî bi pêşengiya PYD´ê li dijî qedexeya li raya giştî nîşandana alên YPG, YPJ û PYD´ê xwepêşandanek hat lidarxistin. Di meşa girseyî de tevî provokasyonên polêsên Elman jî Kurdistaniyan û dostên Kurdan bi awayekî aştiyane mafê xwe yê demokratîk bi kar anîn. Lê belê ber bi dawiya meşê ve ku pirraniya beşdaran belav bûbûn, di encama provokasyonên polêsên Elman de arîşeyekê rûda. Polêsê Elman bi awayekî ku qanûnên xwe binpê bike, êrîşî xwepêşandêran kir û gelek xwepêşandêr jî birîndar kirin. Li ser bûyerê, Nûnera Ewrûpayê ya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, Sînem Mihemed got, “Li Washingtonê zilamên Erdogan êrîş kirin, li Elmanyayê polêsê Elman. Êrîş bi heman rengî bû. Nayê fêm kirin. Ji bo dilê Tirkiyeyê xweş bikin wisa dikin. Têkoşîna me demokratîk e, em ji rayedarên Elman dixwazin helwêsta xwe di ber çavan re derbas bike. Em ji dialogê re amade ne.” Herçî hevserokê Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Berlînê, Yeko Ardil e, wî got, “Doza me ew bû ku em alên qedexekirî hilgirin û mijar biçe ber dadgeriyê û minqaşeyeke hiqûqî dest pê bike.”
Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê adara bihurî biryar dabû ku nîşandana li raya giştî ya alayên YPG, PYD û YPJ’ê were qedexekirin. Li hemberî vê biryarê, pêr li paytexta Elmanyayê Berlînê çalakiyeke girseyî hate lidarxistin. Beriya meşê di mîtînga kurt a li ber avahiya şaredariyê de Nûnera Ewrûpayê ya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Sînem Mihemed axivî. Mûhammed xwest, hikûmeta Elman biryara xwe ya qedexekirinê rake û banga piştgiriya bi YPG’ê re kir.
Ber bi dawiya meşê ve polîsên Elman bi hinceta ku alayên YPG û YPJ hatine hildan êrîşî girseyê kir û xwest bi darê zorê dest deyne ser ala û flamayan. Di êrîşa polîsan de yek jê bi giranî, 3 kes birîndar bûn. Polîsên Elman di êrîşa xwe de 7 xwepêşander xistin bin çavan.
YPG û YPJ mirovahiyê û Ewrûpayê diparêzin
Li ser mijarê em Sînem Mihemed re peyivîn. Mihemed bi bîr xist ku biryara Wezareta Karê Hundir a Elmanyayê nakok e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nîşandana alayên YPG, YPJ û PYD´ê qedexe kirine. YPG û YPJ çi ne? Ew li dijî terorê şer dikin, li dijî DAIŞ´ê. Piştî Minbic, Tebqayê, îro ew li dijî terorê li peytexta wê şer dikin. Ew ê xelkê wir ji terara DAIŞ´ê rizgar bikin. Ew bi vî şerî, bi vê têkoşîne nirxên mirovahiyê diparêzin, heta ew mirovahiyê diparêzin. Ew jinan diparêzin. Dema ew vê dikin, ew ne bi tenê xwe, gelên Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê ji terorê diparêzin, ew parastina tevahiya Ewrûpayê jî dikin. Lewma van terorîstan Elmanya û gelek welatên Ewrûpayê gelek caran kir armanca êrîşên xwe yên terorîst. Heta niha pirsgirêkeke hiqûqî û civakî ya elaqedarî YPG, YPJ û PYD´yê li Elmanyayê çênebûye. Bi çalakiya doh û desteka me dayê, me xwest bi rengekî aştiyane û demokratîk em nîşan bidin ku xelkê Bakurê Sûriyê li dijî vê biryara Wezareta Karê Hundir a Elmanyaya Federal e. Di dema axaftina min de gelek polês hazir bûn, lê ti bûyer neqewimî. Bûyerê piştî ku ez ji cihê çalakiyê veqetiyam, rûda.”
Li Washingtonê zilamên Erdogan Li Berlînê polêsê Elman
Sînem Mihemed îşaret bi wê yekê kir ku di dema meşê de polêsê Elman timî û daîm xwestiye astengiyan derêxe, provokasyon kirine, lê Kurdistaniya derfet nedaye biserxistina van provokasyonan û bûyerên qewimî jî piştî ku girseya çalakger belavbûyî, di dawiya meşê de pêk hatiye, dema ku xelk belav bûye û tenê qederê 50 kesî hîna civiyayî mane. Sînem Mihemed dide zanîn ku şahidên bûyerê ji wê re gotine, “Xortekî alaya YPG´ê hilgirtiye, polês dest werdaye, ala ji dest wî girtiye û avêtiye bin piyên xwe. Ji ber ku yên li wir hîna mayî pirranî ciwanan, xwe li ber helwêsta xwe polês ranegirtine û arîşeyekê daye der. Bi ya me, Elmanya welatekî demokratîk e, li wê hiqûq serdest e. Bi vî rengî êrîş nayê qebûlkirin. Li Washingtonê zilamên Erdogan êrîş kirin, li Elmanyayê polêsê Elman. Êrîş bi heman rengî bû. Nayê fêm kirin. Ji bo dilê Tirkiyeyê xweş bikin wisa dikin. Têkoşîna me demokratîk e, em ji rayedarên Elman dipirsin çima? Em dixwazin helwêsta xwe di ber çavan re derbas bikin. Em ji dialogê re amade ne. Nûnerên xweseriyê li vir in. Bê pirs, bê şêwr û ti sedem nîne, hûn çawa van alan qedexe dikin. Em ê dîsa fermî ji hikûmetê bipirsin. Di warê hiqêqî de em ê gavan biavêjin.”
‘Em di heman koalîsyonê de ne ev helwêsteke nakok e’
Sînem Mihemed bi îhtîmam îşaret bi amade bûna xwe ya ji bo diyalogê re kir û got, “Weke xweseriya demokratîk em amade ne diyalogê bi rayedarên Elman ên wezareta karê hundir re rûnin. Heger pirsên wan hene bila ji me bikin, ne ji xelkê din. Em di heman koalîsyona navneteweyî de şerê heman dijminî dikin. Ev helwêsteke nakok e û nayê fêm kirin ku alayên YPG û YPJ´ê qedexe dikin. Em bi hêvî ne ku gelê Elman jî dizane ku bi şer û têkoşîna xwe em parastina wan jî dikin û piştgiriya xwe bi me re dewam bikin.”
Hevserokê Meclîsa NCDK a Berlînê Yeko Ardil jî got, “Doza me ew bû ku em alên qedexekirî hilgirin û mijar biçe ber dadgeriyê û minqaşeyeke hiqûqî dest pê bike. Mixabin polêsê Elman êrîşeke xedar kir û pê qanûnên xwe binpêkirin. Mesele bi vî awayî wê biçe ber dadgeriyê.”
Di daxuyaniyek Civaka Azad dayî rojnameya me de jî hat gotin, wan di dema amadekariya çalakiyê de şêwirmendiya organîzatoran kiriye, li dijî biryara wezareta karê hundir a qedexeyê, wê pêvajoyeke dadgeriyê dest pê bike û ew şêwirmendiya mexdûr û organîzatoran dikin ji bo pêvajoyeke muhtemel a dadgeriyê ya li dijî polêsên êrîşker.

