Qedexekirina karên Çira TV li Laleşa Nûranî di nava civaka Kurd de bi taybetî li nava Êzidiyan bû sedema nerazîbûneke mezin.
Ragihandina Êzidxanê bi daxuyaniyeke nivîskî biryar şermezar kir.
Di daxuyaniyê de tê bibîrxistin, ku Çira TV di nava 7 salên xwe yên weşanê de hewl daye bibe dengê civaka Êzidî û tê gotin, “Ji dema fermana 3’ê Tebaxa 2014’an û vir ve Çira TV bû yekem televîzyona serbixwe ya Êzidiyan ku di nava civaka xwe de kar kir û planên qirêj ji raya giştî re eşkere kir.Karên Çira TV hin aliyên siyasî aciz kiriye, lewma xebatkarên wê her tim bûne hedef.
Ragihandina Êzidxanê qedexekirina karên Çira TV li wargeha pîroz Laleşa Nûranî weke biryareke siyasî pênase kir û got, “Em vê biryarê li dijî tevahiya civaka xwe ya Êzidî dibînin û bi tundî şermezar dikin. Çi dibe bila bibe wê kes nikaribe dengê azad qut bike.”
Di daxuyaniyê de bang li tevahiya deverên pêwendîdar hate kirin ku li dijî qedexekirina karên Çira TV yên li Başûrê Kurdistanê bêdeng nemînin û hate gotin, “Eger bêdengî hebe wê sibe hemû ragihandina azad were qedexekirin.”
ŞENGAL