Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî di 15’ê Tebaxê de ragihand ku nabe ti balafirên şer yan jî helîkopterên Iraqê û yên biyanî bêyî destûra wî li ser asîmanê Iraqê bifirin û got, eger ev pêk bê, wê hêzên parastina ezmanî yên Iraqê bersiva wan bidin. Li ser biryara serokwezîrê Iraqê, parlamenterên Kurd yên li parlamentoya Iraqê axivîn.

Dana: Em bi biryarê re ne

Endamê fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) Dana Mihemed got, divê her welat xwedî serweriya xwe be, pêwîste ti destwerdan li ser sînorê wî welatî neyê kirin.

Parlamenterê PDK’ê yê li parlamentoya Iraqê got, biryara serokwezîrê Iraqê girînge û pêwîste sînorên Iraqê bê parastin. Dana di dewama axaftina xwe de got, erkê Iraqê ye ku parastina sînorên hêrêma Kurdistanê bike û got; “Destwerdan û bombebaran kirina Herêma Kurdistan a ji aliyê Îran û Tirkiyeyê ve, cihê nerazîbûnê ye. Di wan êrîşan de xelkê sivîl dibe qurban û çareseriya vê jî lihevkirina siyasî ye. Ev pirsgirêk bi topbaranê çareser nabe.”

   

Bihar: Her dewlet xwedî mafê serweriyê ye

Li ser heman mijarê parlamentera fraksiyona Tevgera Goran a li parlamentoya Iraqê Bihar Mehmud jî nêrînên xwe anî ziman û got; “Pêwîst bû biryara Adil Ebdulmehdî, di yekem bombebarana dewleta Tirk ya li ser Herêma Kurdistanê de hatiba girtin. Ji ber ku ev biryar ji bo serweriya rast a dewlet û axê ye. Li gorî yasayê jî her dewlet xwedî mafê serweriyê ye, û mafê kesê nîne binpêkirina yasayî bike. Ya ku Tirkiye jî dike berevajiyê yasaya navnetewî û şikandina yasaya Iraqê ye.”

 

SILÊMANÎ/ROJNEWS