MURAT AYDIN / NURNBERG
Li bajarê Elmanyayê Nurnbergê, bi pêşengiya Interventionistisch Linke (Antîfaşîst) li meydana Weisse Turmê ji bo rakirina qedexeya li dijî PKK’ê, bi daxuyaniyekê hat rûreşkirin. Endamên partiyên çep, antîfaşîst û Mala Gel a Medyayê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankartên li ser wan nivîsandî “Qedexeya li dijî PKK’ê rakin, bes çekan bifiroşin”, “Li şûna qedexeyê, diyalogê bikin”, “Nabe ku daxwaza azadiyê bê qedexekirin” hatin vekirin.
Li ser navê Interventionistisch Linke hat gotin, PKK 40 sal in ji bo gelê Kurd û hemû gelên bindest têdikoşe, û divê qedexe werin rakirin.
Di daxuyaniyê de bang li her kesî hat kirin da ku li dijî faşîzmê û qedexeya li dijî PKK’ê roja 1’ê Kanûnê tevlî meşa navendî ya li Berlînê bibin.
Ciwanan roja vejînê pîroz kir
Ciwanên Kurdistanî li gelek welatên Ewrûpayê daketin meydanan û salvegera 40’î ya damezrandina PKK’ê bi coşeke mezin pîroz kir. Ciwanan li paytexta Elmanyayê Berlînê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xist. Ciwanan li kolanên Berlînê meşale pê xistin û fîşekên hewayî teqandin.
Li bajarê Elmanyayê Essenê jî ciwanan aleke mezin a PKK’ê bi ser pirekê ve daliqand. Ciwanan li ser pirekê jî wêneyê Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala PKK’ê daliqandin. Jinên ciwan jî li bajarê Darmstadt ê li ser pirekê pankarteke mezin daliqand. Jinan li ser pankartê ala PKK’ê çêkir û nivîsa bi Elmanî ya “1978-2018 Bijî PKK” nivîsand.
Li bajarê Solothurn ê Swîsreyê jî Ciwanên Kurdistanî salvegera 40’î ya damezrandina PKK’ê pîroz kir. Ciwanan li ser mijarê li gelek deveran nivîs nivîsandin.
NAVENDA NÛÇEYAN