Yek ji wan nivîskarên şanonameyên qedexekirî jî Dario Fo bû. Dario Fo di hevpeyvîna xwe ya li gel rojnameya Ingilîzî Timesê ji Tom Kington re ji bo qedexeyê axivî û got: “bi vî tiştî serbilind im” Fo biryara qedexeyê wekî ‘sansur’ bi nav kir û wiha peyivî: “Nivîskarên ku li Tirkiyeyê hatine qedexekirin, çar ji wan sax in, ez jî yek ji wan im. Wekî ku min ji nû ve Nobel wergirt.”
Şanoyên Dewletê yên Tirkiyê di dema nû de nivîskarên navdar ên wekî Çexov, Bertol Brecht, Dario Fo û Shakespeare jî di nav de lîstina şanonameyên biyanî qedexekirin. Vekîlê Gerînendeyê Giştî Nejat Birecîk ji bo vê biryarê gotibû: “Îsal wê tenê ‘lîstîkên xwecihî’ bên nîşandan”
LONDON