Li Başûrê Kurdistanê ji ber vîrûsa koronayê qedexeya derketina derve ku 14’ê Adarê dest pê kiribû, ji bo 5 rojên din jî hate dirêjkirin.

Qedexeya derketina derve ku 14’ê Adarê li Silêmanî û Hewlêrê hatibû destpêkirin ji bo 3 rojên din jî hatibû dirêjkirin. Doh nîşevê saet 00.00’ê wê qedexeya derketina derve biqediya, lê doh bi daxuyaniyeke Wezareta Karê Navxwe ya Rêveberiya Herêmî qedexe hate dirêjkirin.

Wezîr Rêber Ehmed li Silêmanî daxuyanî da çapemeniyê û got, qedexe ji bo 5 rojên din jî hatiye dirêjkirin. Wezîr diyar kir ku qedexe wê ji bo bajarên Başûrê Kurdistanê hemûyan lê be û heta 23’yê Adarê bidome. Wezareta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê xwestibû ku qedexe were dirêjkirin. Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê li tevahiya herêmê heta niha 38 kesên bi nexweşiyê ketî hatine tespîtkirin. Ji 38 kesan 9 rehet bûn û 1 jê jî mir. 28 kes hê jî di karantînayê de ne û tên dermankirin.