Weşangerên Elman û Awusturyayî li ser qedexekirina Weşanxaneya Mezopotamyayê bi fermana Wezareta Karê Hundir a Elmanyayê, got, ‚‘Qedexekirina Weşanxaneya Mezopotamyayê bi dawî bikin.”
Bi fermana Wezîrê Karê Hundir ê Elmanyayê, Horst Seehofer, du saziyên girîng ên Kurdan ên li Elmanyayê, Weşanxaneya Mezopotamya û Mîr Muzîk 12’ê Sibata 2019’an fermî hatibûn qedexekirin.
Ev qedexeya li ser Weşanxaneya Mezopotamyayê di rojeva weşangeran de bû ku tevlî fuara pirtûkan a navneteweyî ya Leipzigê bûbûn. Piştî fuarê nêzî 92 weşanxane, pirtûkxane û saziyên medyayê deklarasyoneke hevpar weşand û qedexekirina Weşanxaneya Mezopotamyayê şermezar kir.
Êrişeke li dijî azadiya ramenê
Di deklarasyonê de rayedarê Weşena Pirtûkan û Yekîtiya Komeleyê Weşangeran (Borsenvereîn) a Elman Christoophs Links li ser biryara qedexeyê got ‘’Ev êrîşeke li dijî azadiya raman û weşanê ye ku li Elmanyayê pêkhatina tiştekî wiha bi hêsanî ne pêkan e’’. Di deklarasyonê de her wiha hate gotin, “Wezareta Karên Hundir têkildarî Kurdan her tiştî bi gotina ‘Ev PKK ye’ hewl dide qedexe bike, ev nabe ku bê qebûlkirin.”
Ji hikûmeta Tirk rol dizî
Di deklarasyonê de hate bibîrxistin ku biryara qedexeyê beriya hilbijartinên cihî yên 31’ê Adarê ye û ev ne tesadûf e: ‘’Biya me di navbeyna hilbijartinên Tirkiyeyê û qedexekirina saziyên medyaya Kurd ên li Elmanyayê de têkilî heye. Li vir armanc ew e ku dengê Kurdan li Elmanyayê were birrîn. Ji ber ku salên bihurî Erdogan tim ji Hikûmeta Federal ev dixwest û we jî bi vê qedexeyê ji Hikûmeta Tirk rol dizî.” Di deklarasyonê de weşangeran diyar kirin ku ew piştevanên xebatkarên Weşanxaneya Mezopotamyayê ne û wan got, li ser saziyên Kurd li pişt deriyên girtî sansûrên siyasî hatine danîn. Weşangeran got, pirtûkên Weşanxaneya Mezopotamyayê nehatine qedexekirin û ti pêvajoyeke dadgehkirinê tine, ev rewş li dijî wan qanûnan e ku azadiya weşanê û ramanê misoger dikin. Li dawiya deklarasyonê ya bi îmzeya gelek weşangerên Elman, Awusturya, Swîsreyî wiha bang li rêveberiya Berlînê hate kirin. ‘’Li Elmanyayê ji berjewendiyan siyasî serbixwe, azadiya weşan û ramanê nirxên wiha ne ku divê werin parastin, em dixwazin ev qedexe were rakirin û pirtûkên Weşanxaneya Mezopotamyayê ku hatine desteserkirin, lê bên vegerandin.’’
LEIPZIG