Li Munchenê  çalakî bi pêşengiya Ciwanên Jin û Ciwanên Azad pêk hat û daxwaza derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ hate kirin. Hêzên çep ên Elman jî destekeke xurt dan çalakiyê. Di çalakiyê de bi zimanên Elmanî, Kurdî û Tirkî dirûşmên “Kujer Erdogan”, “AKP a faşîst” û “Jin Jiyan Azadî” hatin qîrîn.

Li qada çalakiyê axaftin hate kirin û hat ragihandin, li ser daxwaza Tirkiyeyê ku bi Elmanyayê re xwedî têkiliyên nêz ên aborî û siyasî ye, xebatên PKK’ê yên li Elmanyayê hatiye qedexekirin.

PKK ji ‘lîsteya terorê’ derxin 

Li paytexta Swêd Stockholmê, Kurdistanî û dostên wan duh meşiyan û xwestin PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin. Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Stockholmê, Kurdistanî û dostên wan li meydana Sodermalmê li hev civiyan.

Beriya destpêkirina meşê, komek ji ciwanên Kurd derket ser pira ku Asansora Katarîna ya tûrîstîk a li taxa Slûssenê digihêjê û aleke mezin a PKK’ê pê ve daliqand. Ciwanên ku ala PKK’ê hildan, heta destpêkirina meşê ev çalakiya xwe dewam kirin.

Tevî pankartên bi nivîsa “Em hemû PKK’yî ne”, “Bila qedexeya li ser PKK’ê were rakirin”, “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî”, alên PKK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Çalakgeran dirûşmên “PKK gel e gel em in”, “Destên xwe yên bi xwîn ji PKK’ê vekişînin”, “Bijî PKK”, “Terorîst Erdogan”, “Bimire faşîzma li Tirkiyeyê” û “Bijî Serok Apo” hatin qîrîn. Di meşê de ala MLKP’ê jî hat bilindkirin.

Çalakgeran di dema meşê de li ser armanca çalakiya xwe belavok belav kirin û axivîn. Xwepêşandêrên xwe gihandin Meydana Medborgarplatsenê, li vir çalakî bi mitîngê berdewam kir. 


 MUNCHEN / STRASBOÛRG