
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Hannoverê û Tevgera Ciwanan meş organîze kir û navendên civaka demokratîk û gelek rêxistinên girseyî yên demokratîk ên li Celle, Nienburg û Walsrodeyê piştgirî dan çalakiyê. Çalakger li meydana Schilli Diekman a li navenda bajêr civiyan û paşê meşiyan. Li ser avahiyeke bilind a li ser rêgeha meşê, ala PKK’ê hat daliqandin.
Dewleta Tirk li ber tinebûnê ye
Girseya gel di dema meşê de ji bo demekê li ber Konsolosxaneya Tirk sekinî û li ser navê NAV-DEM’ê Tahîr Koçer ji dîplomatên li Konsolosxaneyê re bi Tirkî axivî û got, “Ey kesên li hundir ên dayî pey dîktator Erdogan! Bi saya Kurdan serdema Osmanî bi sedan salan dewam kir. Ji ber rêveberiya şaş, Împaratoriya Osmanî ji hev belav kirin. Wekî din bi desta Kurdan ev nêzî sed salan e ku komareke Tirk heye Ji ber vê zilma giran a dîktator Erdogan li gelê Kurd, dewleta Tirk jî li ber tinebûnê ye.”
Piştî axaftina Koçer, meşê dewam kir.
Di dema meşê de dirûşmên “Dîktator Erdogan”, “Kujer Erdogan”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK” hatin qîrîn û bi sedan belavok hatin belavkirin.
Piştî meşê li meydana Steintor mîtîngek hate lidarxistin û çapemeniya xwecihî ya Elman jî bi baldarî çalakî şopand. Li ser navê NAV-DEM, Partiya Çep a Elman, ATÎK, Civaka Êzîdî û gelek saziyên din, axaftin li mîtîngê hat kirin.
HANNOVER