Konferansê diyar kir ku bi qanûna "têkoşîna li dijî terorê" re li gelemperiya Almanyayê di serî de saziyên Kurdan hemû saziyên pêşverû, şoreşger û demokratîk û rêveberên wan hatine qedexekirin û destnîşan kir ku hewl tê dayîn, koma koçberan a Kurdan ku nêzî milyonek e neyê dîtin, tine bê hesibandin, di navbera civak û girseyê de ji aliyê dewletê ve dîwar bê lêkirin û bend bê danîn.
Daxwazên beşdarên konferansê
- Mafê danişînê yên siyasiyên aktîf radestî wan bê kirin, dawî li dersînorkirin û ji nû ve nirxandina dosyayên wan bê anîn. Koçberên li Almanyayê dijîn, xwedî baweriyên cuda yên mîna Xiristiyanî, Êzîdî, Elewî û Îslamî ne; lewma konferansa me xweşbînî (toleransa), diyalog û wekheviya navbera olan diparêze. Yek ji mijarên ku konferansa me girîng dibîne, astengkirina mafê siyaseta Kurdan ê li Almanyayê ye.
- Konferansa me destnîşan dike ku bi qedexeya 20 salan a PKK'ê re, krîmînalîzekirina aktîvîst û saziyên Kurdan, astengkirina mafên wan ên siyasetê û girtina wan ti carî qebûl nake. Konferansa me di wê baweriyê de ye ku eger dewleta Elman dawî li zext û qedexeyên xwe yên li hemberî koçber û rêxistinên polîtîk ên koçberan bîne, qedexeya li dijî PKK'ê rake û mafê siyasî û civakî yên wekhev ên koçberan nas bike, dê jiyana hevpar hêsantir bibe. Ev yek wê hêzê bide mijara diyarkirina çarenûsa gelê Kurd û bicihanîna daxwazên aştiyeke bi rûmet a Kurdan.
- Konferansa me di wê baweriyê de ye ku çareseriya pirsgirêkên koçberan, bikaranîna azadî û mafên demokratîk bi têkoşîna hevpar dibe û Serhildana Hezîranê ku bi berxwedana Gezî ya li Tirkiyê re destpê kir û tê de kolektîvîzm, parvekirin, xweşbînî, xwişk û biratî û berxwedana hevpar derket holê, bi coş silav dike. Sozê dide ku dê xwedî li serhildan, birîndar û girtiyan derkeve.
- Di çarçoveya modêlên jiyana bi hevre a demokratîk û beşdariya civakî-polîtîk û wekhev de, polîtîkayên koçber ên polîtîk daxwaza hevpar a kedkarên koçber û xwecihî û gelan e. Li hemberî astengkirina azadî û mafên navneteweyî yên koçber û penaberan, Konferansa me di wê baweriyê de ye ku divê têkoşîna hevpar bê mezinkirin."
STUTTGART