Şewba ji ber virusa koronayê kir ku gelek welat tevdîrên hişk bigirin. Li Îtalya, Swîsre, Spanya, Fransa, Belçîka û Danîmarkayê derketina derve yan jji bo du hefteyan hat qedexekirin yan jî hat sînordarkirin. Elmanya ji doh ve ji bilî yên mecbûrî ku xurek difiroşin û hin pîşeyên ferz, li dikandaran qedexe kir ku miştiriyan qebûl bikin. Înstîtuya Robert Koch a ku li Elmanyayê di vî warî de hikûmetê û welatiyan agahdar dike û şîretan dike, d zanîn ku divê li ser îhtîmala qedexeyeke derketina derve ya cidîtir jî bê sekinîn.
Herçî Yekîtiya Ewrûpayê ye ji ber şewba vîrusa koronayê qedexeya ji derve ketina nav xaka Yekîtiyê li dijî kesên ne welatî da. Li Frankfurtê balefireke ji Tirkiyeyê hatî, tevî rêwiyan ji ber vê yekê berepaş hat vegerandin.
Wekî din bi hezaran Elmanên li welatên derve asê mane jî, bi biryara hikûmeta federal wê bi seferên taybet ên hikûmet fînanse bike, wê bên xilaskirin. Hikûmetê ji bo vê yekê bi şirketa Lufthansa re li hev kir û wê heta bi 500 milyon euroyî jî karibe li vê xerc bike.
FRANKFURT