Dîroka qehweyê heta bi sedsala 15´an diçe. Muhtemelen destpêka wê ji vê jî kevindtir e, lewma li ser wê hin efsane hene. Qehwe bi halê xwe yê resen (neçandî û neteemandî) li gorî baweriyê ji Etîyopyayê belav bûye, û gelek efsane li ser vê yekê hene. Lê li ber destê me ti delîla madî nîne.
Li ber destê me delîla darîçav a xurt a herî kevin ji sedsala 15´an e ku îşaret pê dike qehwe li Yemenê li dergahên sofiyan qehwe dihat vexarin. Jixwe, piştî vê yekê ne bi gelekî, qehwe tê heta bi Meke û Qahîreyê jî. Di sedsala 16´an de qehwe li seranserê Rojhilata Navîn belav dibe. Pêre jî li Başûrê Hindistanê, Bakurê Efrîkayê, Îran û Tirkiyeyê jî. Ji wir jî qehwe bi lez li Balkanan, Îtalya û Ewrûpaya mayî belav dibe. Herî dawî jî li Başûrê Asya û Emerêkayê qehwe dikeve nav malan û qehwexaneyan.
Hêjayî gotinê ye ku em bibêejin, lîderên dînî li Mekeyê di sedsala 15´an de qehwe qedexe kirin. Paşê jî dra katolîk dema qehwe li Ewrûpayê beav bû, qedexeyeke bi heman rengî ferz kir. Ev gimgimê qehwê ji wan gimgimên qehweyê ye ku xemilandina wan jî nîşan dide ka çandeke çawa ya qîmetpêdana qehweyê zûzûka di nava civakan de bi cih bûye.
FRANKFURT