Niviskar Lokman Polat di nava bê derfetiyê de jî niviskarekî gelek afrîner e. Helbest, çîrok roman, rexnegirî, gotar di her warî de bi Kurdiya Amedê tîp bi tîp, gotin bi gotin nivisiye. Ta niha imza xwe avêtiye binê 27 berheman.
Dema pirtûka wî ya çîrokên bijarte ku di bin serenavê „Çîrokên Rengîn (ji bo 50 salî)“ de hatiye weşandin bi destê min kest, min di yek bêhnekê de xwend. Zimanekî sade yê ku her kes dikane têbigîhîje, herikbar û bi kelecan bikaranîye. Qelema wî mirovan digire, dibe zîndanên li welêt, nava nexweşî û bêçaretiya nezanînê, xebatên di nava gel de, pirsgirêkên bawerî, têkiliyên zewacê, şerên li serê çiyayên Kurdistanê û bê ku mirovan biwestîne digerîne. Hestê teslîmîyet û reformîstî mehkûm dike, mirovan bi berxwedanê re serbilind dike û giyana mirovan yê welatparêzî û pêşverûtiyê xwirt dike. Di her çîrokê de hin tiştên ji bo pêşerojê dide mirovan.
Bi kurtî naveroka çîrokên wî yên di vê berhemê de:
Di destpêka vê berhemê de dîtinên gelek niviskar û rewşenbîran, yên li ser berhemên wî cih digirin. Di wan dîtinan de jî derdikeve holê ku ew hem qelemeke welatparêz û hem jî qelemeke xwirt, têr û tiji ye.
- Çîroka „Di zîndanê de bi tenê bû, bi sancî bû“ Di vê çîrokê de jineke ducanî di zîndanê de di binê êşkenceyekê dijwar de ye. Di wê rewşa giran de berxwedana dayîkekê ducanî û bêwijdaniya êşkencekarên dagirkeran bi zimanekî vekirî li ber çavan radixîne.
- „Qanser“ Di vê çîrokê de encama pişta xwe bi baweriya vala ve girêdan, sextekariya meleyê xapînok û şiyarbûnê li ber çavan radixîne. Wek pêvajoya şiyarbûna gel tê têgihîştin.
- „Dudilî“ di vê çîrokê de têkiliya mêr û jinê di nava tekoşînê de, ananeyên kevneperest, li dij wan tevdîr nestandin û encama vê têkiliyê a di nava şoreşgeriyê de li ber çavan tê raxistin.
- „Keça Elewî“ mijara zewaca di navbera mezheban de girtiye dest. Bi rastî bi min xerîb hat, lewra ne Kurdên elewî, Kurdên misliman li dij zewaca bi eleviyan re derdikevin. Hetanî niha ez rastê elewiyekî nehatime ku ji ber ku keça wî bi Kurdekî misliman re zewiciye, wî keça xwe kuştiye.
- „Îmam û Perwîz“ Niviskar di vê çîrokê de baweriya vala ya bi niviştên hin meleyan, di şer de camêrî û li hember dilketiyan li gor zagonên navneteweî tevgerîna hêzên Kurdistanî gelek baş li ber çavan raxistiye. Divê hemû cihan vê rastiyê bibîne.
-  „Jina Hefskirî“ Di vê çîrokê de jî mijara zewaca bi ewropî, yan jî xiristiyanan re wek mijar hilbijartiye. Li gel wê rewşa têgihiştina ciwanên li Ewropê mezin dibin, jî girtiye. Rexnê li zewaca nav xizman digire.
- „Benda Çepên Tirkan Nesekinin“ Di vê çîrokê de jî li ser nêzîkb1ûna çepên tirk li doza netewa Kurd û bi navê înternasyonalî zarokên Kurdan xapandina wan, radiweste.
- „Serbilindî“: Ev çîrok bandoreke gelek taybetî li mirovan dike. Dilpolayî, li hemberê bêbextî û êşkenceya giran xwedî li rûmeta xwe û gelê xwe derketinê pir baş vedinivisîne, mirovan digihîjîne wê hestê berxwedanî.

Çend hevokên balkêş ji berhemê
„Tî û birçî bû, lê bi hêvî bû! rû 20“ Ji çîroka “Qanserê” „Ji xwe ewê ku mala jina te xira kirî, ew şêxê ehmeq ê nezan bûye: rû: 26“  Di çîroka dudilî de „Dil peritî me. Kezeba min dişewite. Ezê çawa bibim qetîlê ewladê xwe! Rû: 31“ Ji çîroka îmam û perwîz „Kalê perwîz bi gotina îmam re ricifî, zer û zuwa bû. Dest û lêvên wî lerizîn, gewriya wî tîjî bû…rû: 44“
Bi taybetî jî forma lêkera „hevisandinê“ ya têneper „hêvisîn“ pir baş bikaraniya. Ev peyv di zazakî de wek „musnayen“/hêmûsanyen („M“ ya kevin nebû ye „V“) tê bikaranîn û di wateya fêrkirinê de ye. Divê lêkerên wiha bingehîn ên ku ji Avestayê mena derkevin pêş.

Rexne
Di warê rastnivsê de hinek din bi dîlzîzî li ser berhemê bihata rawestandin wê baştir ba. Li gel wê, rengdêr û danasîn hê zêdetir bihata bikaranîn wê çîrok hê xweştir bûna û rengeke taybetî didan çîrokan. Lê Pirsgireka niviskarî û weşangerî ya kurt di warê lektoriyê de heye. Hîn lektorên meçênebûne ku di vî warî de çareserî hebe. Disa jî çîrokên wî gelek serkeftî, sade ne, fikir û peyama ku wî xwestiye bide, bi hêsanê tê fêmkirin.

Navê Berhemê: Çîrokên Rengîn
(ji bo 50 salî)
Weşan:  Helwest 2007
Ji 77 rûpelan pêk tê
Li ser bergê pêşiyê; ji erdnîgariya Kurdistanê dîmenekê heye û heman dîmen di nava çarçoveyeke şîn de di nava bergê pêşiyê de rûniştiye. Li paşiya berg jî wêneyên berhemên niviskar hene.