Partiyên siyasî yên Başûr serdana Serokkomarê Iraqê Berhem Salih a Enqereyê nirxandin. PDK´ê serdan wekî ‘xwebiçûkkirina li hemberî Tirkiyeyê’, YNK wekî ‘hewildanên pêşxistina peywendiyên Iraq û Tirkiyeyê’, Tevgera Gorran jî bi awayekî ‘asayî’ dibîne.

Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih di 3’yê Çile de bi şandekê re serdana Enqereyê kir. Berhem Salih ji aliyê Serokkomarê Tirk Erdogan ve hat pêşwazîkirin. Di serdanê de Erdogan û Berhem Salih civînên dualî li dar xistin. Piştre Salih li gel Serokê Parlamena Tirkiyeyê Bînalî Yildirim jî hevdîtin pêk anî. Derbarê vê serdanê de nêrînên cuda di navbera partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de çêbûn.

Li ser vê mijarê me li nêrînên endamên PDK, YNK û Tevgera Gorranê pirsî.

Çavdêrê Siyasî û Endamê PDK’ê Kawêz Mela Perwêz got, “Iraqeke lewaz nikare di asta Tirkiyeyekê de ku ne tenê sitem li xelkê xwe dike, di heman demê de dixwaze gazindan ji welatên cîranê xwe jî bike. Li gorî min ji niha ve nikare peywendiyek dualî ya dostane bi pêşbixin, bi taybetî jî di dema Erdogan de. Di baweriya min de ev serdan cûrek ji xwebiçûkkirina wan welatan e ku serdana Tirkiyeyê dikin.”

Tirkiye peywendiyên dostanî danayne

Perwêz her wiha diyar kir ku heta niha bi zelalî nehatiye zanîn ka di vê serdanê de çi hatiye axaftin û wiha domand: “Heger di bernameya vê serdanê de armanc başkirina peywendiyên ji bo kêmkirina pirsgirêkên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de be, tiştekî baş e. Lê Erdogan û dewleta Tirk niha ne di rewşeke wisan de ne ku peywendiyên dostanî daynin.

Berhem Salih û partiya xwe di hewldana xwenêzîkirina Tirkiyê de ne. Heger ev xwenêzîkirin li ser berjewendiyên Kurdistanê be, tiştekî baş e. Lê heger li dijî vê yekê be ev yek cihê şermezarkirinê ye.”

Serdanake asayî ye

Parlementerê Berê yê Tevgera Gorran, Bêstûn Fayeq, ev serdan wekî serdaneke asayî bi nav kir û got, “Berhem Salih Serokkomarê Iraqê ye. Hemû tişt bi sozdarî nayên kirin. Berhem Salih jî hinek desthilata sembolîk heye û bi fermî ew hatiye vexwendin. Ez bi xwe vê serdanê bi serdaneke asayî dibînim. Ji ber ku hemû Serokkomarên Kurd ên berê jî çûne serdana Tirkiye.”

Tirkiye zextê li YNK´ê dike Lê vê di ser partiyê re dike

Nivîskar û di heman demê de endamê YNK´ê Rêkewt Îsmaîl jî serdana Berhem Salih di çarçoveya bipêşxistin û bihêzkirina peywendiyên Iraqê li gel welatên Kendavê de nirxand û wiha peyivî: “Şandeya bi serokatiya Dr. Berhem Salih ji Wezîrê Karên Derve, Baziraganî û Çavkaniyên Avê û ji şêwirmendên Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê pêk dihat. Ji ber vê, ev serdan zêdetir di çarçoveya peywendiyan, pirsgirêkên avê û bazirganiyê de pêk hatiye.”

Endamê YNK’ê Rêkewt Ismaîl diyar dike ku di vê serdanê de Tirkiye xwestiye hêzên Başûr li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê bi kar bîne û wiha pê de diçe, “Tirkiye dixwaze hêzên Başûr li dijî hêzên Bakur bi kar bîne. Ev demeke dirêj e peywendiyên Tirkiyeyê yên baş li gel PDK´ê hene. Di van demên dawiyê de jî Tirkiye dixwaze zextê li YNK’ê bike ji bo YNK’ê jî bikişîne gel xwe. Lê ez bawer nakim ku bikarin van karan bi rêya Serokkomarê Iraqê bikin, vê mijarê rasterast li gel partiyan guftugo dikin. Tirkiye zextê li YNK’ê dike mîna PDK’ê li dijî PKK’ê û hêzên ku li gel fikrên Ocalan in, bi kar bîne.”

 

HEWLÊR