MIHEMED HESEN / ROJNEWS / SILÊMANÎ

Gora Qer û Gulezer a du evîndaran e ku evîndariya wan ji beriya 500 salan çêbûye. Gora Qer û Gulezer li gundê Pilingan ê ser bi navçeya Ranya ya devera Raperînê ye. Tevî ku ev gor li deverê wekî cihekî girîng yê dîrokî tê nasîn jî, ji ber xemsariya aliyên peywendîdar, niha metirsiya xirabûnê li ser gora Qer û Gulezer çêbûye.

Qer û Gulezer destaneke evîndarî ya wekî Siyabend û Xecê, Mem û Zînê ye. Ev destana evîndarî, beriya 500 salan di serdema Sefewî û Osmaniyan de çêbûye. Destaneke hunerî ye lê rastiya wê ya dîrokî jî heye.

Nivîskar û dîroknas Îsmaîl Nurdînî û welatiyê gundê Pilingan, Mihemed Osman ku çîroka evîndarî ya Qer û Gulezer ji bav û bapîran guhdarî kiriye jî behsa vê destanê dikare bike.

Li gorî vê, Qer kurê Ferecûlaxanî Sindusî yê ji Rojhilatê Kurdistanê bû. Gulezer jî keça Hemedê Başaxayî yê ji Hoza Ako ya li navçeya Ranya bû. Li zozanên Qendîlê herdu hev na dikin.

Heskirina Qer ya ji Gulezer re ewqas zêde bû ku Qer hemû tac û textê paşayetî yê Sindûsê Mukiryan di cih de bihêle û berê xwe bide Başûrê Kurdistanê. Qer gelek salan dibe şivanê bavê Gulezer Mihemedê Başaxa. Rojekê di Havînê Gulezer nexweş dikeve, daxwaza befra zozanan ji Qer dike. Qer heta ji zozan berfê ji Gulezer re tîne, dibîne ku Gulezer miriye. Qer diçe ser gora Gulezer ya li gundê Pilingan û li wêderê ji qehran dimire. Piştre gora Qer jî li tenişt gora Gulezer tê çikirin.