Niştecihên herêmê diyar kirin ku niha hêzên rejîma Îranê liv û tevgera xwe zêde kiriye, li herêma wan qereqolê çêdike. Niştecihên gund diyar kirin li hember van hewldanên Îranê, heya niha jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê ti helwestek nîşan nedaye.
Welatiyê gundê Tûtmanê yê bi navê Hadî Mihemed Ebdulkerîm got, “Mixabin hikûmeta Herêma Kurdistanê ti giringiyê nade sînorên xwe. Îranê li sînorê gundê me çend baregehên xwe yên leşkerî çêkirine. Yek ji van jî dikeve rex gundê me. Ev jî metirsiyê li ser jiyana me çêdike.”
Hadî Mihemed wiha jî got; “Liv û tevgera hêzên Îranê ya li vir zêde bûye. Bi taybetî jî li ser Çiyayê Sûrên dest bi çêkirina qereqolê kiriye. Em nizanin Îran vê qereqolê ji bo çi çêdike. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ti helwestek nîşan nade. Em daxwaz ji hikûmeta Herêmê dikin ku li hember vê rewşê helwest nîşan bide û Îran hêzên xwe ji ser xaka me vekişin. Ji ber ku ji bo niştecihên herêmê metirsî çêdikin.”
Welatiyê bi navê Celal Şêx Ehmed jî wiha got; “Her çend ku me aliyên berpirs agahdar kirine jî, belê hikûmeta Herêma Kurdistanê heya niha ti helwestek nîşan nedaye. Ger ev liv û tevgera hêzên Îranê dewam bike, wê metirsiya li ser jiyana me zêdetir bibe. Em daxwaz dikin ku Îran hêzên xwe ji ser xaka me vekişe û êdî sînor derbas nekin.”
Rayedarên YNK’ê li ser vê yekê diyar dikin ku tiştek wisa nîne û çêkirina qereqolên Îranê di nava axa Başûr de red kirine.
PÊNCIWÊN