Ev birîn wekî her Kurdekê di dilê min de jî vekirî maye, nekewiyaye. Ji bo wê jî min pêwistî pê dît ku ez di vê pirtukê de amaje bi vê yekê jî bikim ka çi ji me standiye vê toqa lenetê.
Xezal ÎKE
Çawa di zarokatiya xwe de em li ber dapîr û bapîrên xwe bi kelecan disekinîn û me guh li hikayetên efsanewî yên wekî Ristemê Zal digirt, bi çavên meraq û guhên vekirî, her wisa behsa qehremaniya van kesên di vê pirtûka min a bi navê Qêrînê de jiyana wan hatiye nivîsîn jî, ji derdorê min dibihîst.
Yên kû dapîr û bapîren me behsa wan dikir, efsanewî bûn, ango ji rastiyê dûr, lê yên ku di nava xelkê de wekî şoreşgerên Kurd ango gêrîla behsa wan dihat kirin, rastî bûn.
Ji bo wê, di mejiyê xwe de min xeyala rojekê dîtina wan û naskirina wan her çêdikir. Di wî temenê xwe yê biçûk de jî ji min re bûbû oqde û di mejiyê min de fermandarên xeyalên min durist bûbûn. Bi wê xeyalê mezin bûm ku rojekê fermandar û şoreşgerên xeyalên xwe ji nêzîk ve bibînim û wan nas bikim.
Pênûs ji bo ruhberkirina qehremanan
Bi mezinbûna min re, di nava demên cuda de yek bi yek ji stêrkên xeyalên min dixuricîn û winda dibûn. Dema giham temenê têgihiştinê, êdî ew ne li jiyanê bûn, wan ji dinya gewrik xatirê xwe xwestibû. Wê gavê min biryar da, şervan û fermandarên ku ez bi çîrokên wan yên rastî mezin bûbûm û niha bi ceste ne li jiyanê ne, bi ruh bikim bi pênûsa xwe. Tekane rêya vê jî nivîs bû.
Bi hest û kelecaneke mezin min dest bi vê rêwitiyê kir da ku rêhevalên wan yên li jiyanê bibînim û ji wan serpêhatiya van şoreşgerên mezin bibihîsim û bidim bihîstin. Ev yeka hanê min wekî erkeke exlaqî girt ser milê xwe. Bê guman ne hêsan bû berhema yekem, lewma ew gava yekem ya bicihanîna xeyalên min bû.
Li dijî jibîrkirinê hewldanek
Hemû serpêhatî û bûyerên di pirtukê de ji devê bi sedan gêrîlayî, bêyî ku bên xemilandin, ev ew tiştin ku bi rastî qewimîne. Bê guman, nedibû ku ew kesên di despêka şoreşê de bi bêderfetî di şert û mercên herî zehmet de barê şoreşê hilgirtîn, dan ser milên xwe, di quncikan de bêne jibîrkirin. Li gel bi sedan gêrîlayên ku keda wan di vegotina bibîranînên hevrêyên xwe de, min jî hewl da wan rojan û wan şoreşgeran bi zimanekî sade ken, girî, xem, êş, dîlan, şahî, şer, mirinên wan yên di oxira rakirina barê şoreşê de bikim awêne ku her kesê xwe bi wijdan dizane, yan jî Kurd dizane, tê de xwe bibîne. Kêmek jî be, bi wê/wî re hesta mirovbûnê peyde bibe ka çawa, di çi şert û mercan de ev barê giran hatiye rakirin û bi bedenên xwe dewrî yên li pey xwe re hiştine.
Ji bo îfadekirina toqa lenetê
Qêrîn yek ji çîrokên êş, xem, hewar û berdêlên giran ên di oxira azadiya Kurdan de ye. Di hemû serbihuriya dîroka Kurdan de li gel berxwedan û xwînriştina Kurdan a di oxira azadî û nasnameya xwe de, çawa qehremaniyên bê hempa yên keç û xortên Kurdan mora xwe li dîrokê daniye, mixabin wisa jî milbimilê wê berxwedanê hertim xiyaneta di nava Kurdan de bûye kelemê herî mezin yê li pêşiya xewnên me zarokên Kurdan. Bi dax im ku vê dibêjim, lê rastî ev e. Heger ew destên di encama maçkirina etekên dijminê Kurdan de di kêliyên herî hesas û nazik de ku qederê diguherînin nebûna, yên ku mixabin niha jî em şahidiyê jê re dikin, wê qedera zarokên Kurdan gelekî cudatir bûya îro. Ji ber gelek zelal û ron e ku dijminên Kurdan, nikarin li ser gelê xwe bi xwe zal bin.
Çendîn şoreşên ji bo xewna azadiyê serî hildayîn li Kurdistanê ku hema em bibêjin hemû bi darvekirinan encam girtin, koka sernegirtina xewna şîrin a azadiya wan, hemû ew xiyanet, di vê pirtûkê de behsa wan hatiye kirin. Ev birîn wekî her Kurdekê di dilê min de jî vekirî maye, nekewiyaye. Ji bo wê jî min pêwistî pê dît ku ez di vê pirtukê de amaje bi vê yekê jî bikim ka çi ji me standiye vê toqa lenetê.
Qêrîna hevrêtiya di kêliyên man û nemanê de
Li gel vê jî ked, xwîn û berdêlên ku Kurdan ji bo vê vîna azadiyê dayî bikevin ser rûpelên dîrokê ku bê zanîn ka keç û lawên Kurdan ji bo gihana vê vînê çawa rûyê mirinê maç kiriye, min nivîsî. Çawa ji xwîna xwe ya zelal jiyanê didoşin û hêviyê dirêsin di quncikên mejiyê zarokên dahatiya xwe de. Qêrîn yek ji kêliyên jiyana gêrîla û fermandarên Kurd e. Şerê wan e, pêkenîna wan, xewn û xeyalên wan, şahî û dîlanên wan, henek û bêrîkirinên wan e, ya herî girîng jî di hemû kêliyên man û nemanê de hevrêtiya wan e ya ku firîşteyan jî dihesidîne.
Wekî min got, berhema yekem bû, ji bo wê li gel zehmetiyên wê, bê guman kêmî kurtiyên wê jî hene. Zimanê Kurdî, edebiyata Kurdî ji nû ve tê hûnandin. Her nivîskarek li gorî fêrbûna xwe hewla nivîsînê dide. Lê ya herî giring û watedar ji bo min çawa dibe bila bibe, hewla bi Kurdî nivîsîna her çi berhemekê be, girîng e.
Kurdî nivîsîn divê bibe hunerê jiyana me Kurdan. Ji bo zarokên me bi zimanê dijminên xwe şanaziyê bi xwe nekin û ji zimanê xwe şerm nekin.
Bi zimanê xwe dembihuriya xwe bixwînin da ku bikarin siberoja xwe bi zimanê xwe binivîsin.