Wexta mirov wê dibîne, ji xwe re dibêje; însaneke ku qet nabîne, çawa dikane bi însanetiyê re ewqas elaqadar dibe? Paşê di sohbetê de mirov pê dihese ku çavêkî pirr mezin ê dilê Şahturnayê heye. Ew cîhanê, mirovahiyê, xwezayê, têkoşîna bindestan û zilma serdestan bi wî çavê dil dibîne û temaşe dike. Bi hestên xwe, bi evîna xwe, bi stranên xwe, bi helwest û analîzên xwe ve dersa ‘nêrîn nayê maneya dîtinê’ dide herkesî. Hunermenda Kurd Şahturna bi hunermendiya xwe ya 50 salî, bi deng û têkoşîna xwe ve navê ‘şahê hunermendan’ bi zêdeyî heq dike.

Hozan Şahturna bi dengê xwe yê bilind ê tijî mirovhezî bi dehan sal e, têkoşîna xelkên li Tirkiyeyê yên li dijî zordestiyê tîne zimên. Ji ber vê yekê jî wek ‘Dayika Kilam’ tê naskirin. Hozana Kurd Şahturna di sala 1950’yan de li Gurun a Sêwasê jidayik bûye. Hên di sê saliya xwe de ji ber xweşiyekê her du çavên xwe wenda dike; lê ji wê çaxê şûnde bi çavên xwe yên dil li cîhanê, li mirovahiyê, li xwezayê û têkoşîna bindestan mêze dike û bi dengê xwe him piştgiriyê dide têkoşînê him jî bi ked û bedelan, xwe tevlî vê têkoşînê dike.

Ji ber stranbêjiyê tê girtin
Di 14 saliya xwe de kasetê xwe yê yekemîn derdixe. Ji ber ku di konseran de stranên têkoşîn û serîhildana li dijî zordestiyê distre, gelek caran tê binçavkirin û girtin. Bi helwesta xwe ya serhildêr di demeke kurt de tê naskirin. Wexta ku bona tedawiya çavên xwe derdikeve derveyî Tirkiyeyê, ji hemwelatiyê tê derxistin. Carek din hewldide ku vegere welêt, lê careke din tê girtin û ji ber pesta xelkê ji zindanê tê serbestberdan. Paşê li Berlîn a Almanyayê bicih dibe. Bi Hozan Şiar re dizewice û keçên wan Şafak û Şîrîn tên cîhanê...

Hunerê wê mijara lêkolînan e
Di jiyana xwe ya hunerê ya di nava zor û zehmetiyê de bi sedan helbest û stranên Tirkî û Kurdî dinivîse. Di naveroka stranên Şahturnayê de mijarên ku derdikevin pêş; mirovhezî, hevaltî, evîn, têkoşîn, piştgirî û parvekirina civakî ye. Di rewşên giran de wekî ku bi neqiş û neqiş motîvan birêsîne, bi sedan stran û kilaman çêdike. Stranên wê ji hêla bi dehan stranbêjan ve jî tê stirîn. Hunermenda Kurd Şahturna bi berhemên xwe û têkoşîna xwe li Tirkiye, Ewropa û seranserê cîhanê heta niha gelek xelatên hunerê wergirtiye. Kesayetî, berhem û hunera wê wek mijarên lêkolînên zanîstî jî hatine bikaranîn û di arşîvên gelek zanîngehên welatên Rojavayî de şûna xwe girtine.

Parêzvana mafên mirovan...
Şahturna wek stranbêjeke jin ne tenê bi stran û kilamên xwe, di heman demê de bi helwest û têkoşîna xwe ya li qadê parastina mafên mirovan jî tê naskirin. Him li Tirkiye him jî li Ewropayê jî di nava çalakiyên li dijî binpêkirina mafên mirovan de şûna xwe digire.  Şahturna bi dengê xwe yê tijî hest û xemgîn tim û tim xwestiye ku bibe hawara bindest û kedkaran. Daxwaz û hêviyên wan ên aştî, wekhevî û azadiyê bi hestên xwe yên mirovhez ve xemilandiye. Bona vê yekê stran û kilamên wê mîna qêrîneke li tevahiya mirovahiyê ye. Şahturna ji ber helwesta xwe ya li dijî zordestiyê “Xelata Dostanî, Aştî û Azadî ya Navneteweyî” û “Xelata Aştiya Civakî” wergirtiye.

Dilê wê niha bi Rojavayê re ye

Şahturna li hember polîtîkayên dewletên serdest ên li Rojhilata Navîn jî bêdeng namîne. Li dijî polîtîkayên kolonyalîst li hinda têkoşîna xelkan dengê xwe hên bilindtir dike. Îro jî dilê wê bi têkoşîna Kurdên Rojava re diavêje û hestên xwe wiha tîne zimên:

Silav li gelê Rojava
Kesk û sor û zer
Qîz û bûk meşiyan
Hêz dane dilê me
Silav li gelê ROJAVA
Silav li gelan silav
 
Bila bibe kevçiyê sifreyan
Bila bibe dergûşa dîrokan
Bila bibe ronahiya gelan
Silav li gelê ROJAVA
Silav li gelan silav
 
Li hêrsa dijberiya zilmê
Ji girtina tolê
Ji zarokên rojê re
Silav li gelê ROJAVA
Silav li gelan silav
 
Silav li dostê ŞAH TURNA re
Li Gul û Gulîstanê re
Li Kurdistana ROJAVA re
Silav li gelê ROJAVA
Silav li gelan silav

(Helbest werger ji Tirkî: Rodî Zinar)