Nîkarkêş Bêrîtan Can bi resmên xwe berxwedana li bakurê Kurdistanê û êrîşên dewleta Tirk, dîroka tê tune kirin, jiyana kesên bi darê zorê hatin koçberkirin û kesên hatin qetilkirin, vedibêje. Vêrîtan Canê mînareya Çar Ling û kesên cenazeyên wan li Sûrê bi rojan li erdê man, xêz kir. Ew di heman demê de bi resmên xwe behsa berxwedana navçeya Sûrê ya Amedê jî dike. Herî dawî, Can bi resmê Îlhan Çomak ê ev 22 sal in girtî ye hat rojevê. Di vî resmî de Bêrîtan Can, Îlhan  Çomak ji girtîgeha Stenbolê û birayê wî ji Amedê derdixe û dike ku ew hevdu hembêz bikin. 
Serpêhatiya Bêrîtan Can a li Amedê hatî dinê a nîgarkêşiyê, di  zarokatiya wê de dest pê kiriye. Ji ber ku hez ji xwezayê jî dike di ciwaniya xwe de resmîn xwezayê xêz kirine. Can di serî de li Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Mêrsînê û niha jî hunera xwe li Êlihê dewam dike. Van rojîn dawiyê jî bi taybetî di medyaya civakî de hunera Can derdikeve pêş.




‘Êşan bi xêzkirinê nîşan didim’


Bêrîtan Can destnîşan kir ku şerê heyî li ser wê bandoreke gelekî neerênî dike û bi taybetî jî li ser navçeya Sûrê sekinî. Can anî ziman ku ew bi rojan e bi agahiyên mirinê hişyar dibe û ew jî qêrînên ji wan bajaran nayên bîhîstin dixwaze bi resmên xwe dide bihîstin. Can da zanîn ku ew bi hêza hunerê bawer e û got, “Bûna dengê êşê girîng e, lê ew qas jî zehmet e. Divê rewşenbîr zêdetir dengê xwe bikin. Hêj ev deng gelekî qels e.”



‘Gel baweriyê dide û ez jî xêz dikim’


Can got, ligel rewşa heyî jî hêviyên xwe ji dest nedane û weha pê de çû: “Heke hêvî tune be ne jiyan ne jî berxwedan dê hebe. Ji zarokên hêj çênebûyî bigirin heta kal û pîrên 80 salî dikujin. Bedena wan jî bi rojan li erdê dimîne. Ev hemû bûn sedema birînên kûr. Ji bo min ya girîng jiyana mirovan e. Lê bi jîna bi nirx û azad… Ji ber vê jî ev gel baweriyê dide min û ez jî wan xêz dikim.” 




‘Reyhan Çomak keseke bi coş e’ 


Bêrîtan Can demekê bi xwîşka Îlhan Çomak ê 22 sal in girtî, reyhan Çomakê re demekê li girtîgehê maye û hevalên hev in. Bêrîtan Canê got, wê dîtiye dema Reyhan Çomak bi riya SEGBÎS’ê bi Îlhan Çomak re diaxivî û jê re “Ez ji te hez dikim” gotibû, û wê ev dem bi xêzên xwe resm kiriye û weha axivî: “Ez ê her di şerê berdewam de bibim dengê kesên li pey keda xwe ne û bibim dengê wan.” 


 ÊLIH