PDK'ê, enternasyonalîstên YPG'yî ku bi awayekî nerewa girtine, xistine qawîşekê ku tê de 30 endam û dilxwazên DAIŞ'ê lê ne. Bi vî rengî PDK'ê hem derew li wan kir, hem jî li dewletên wan kir. 

Şervanê YPG'ê yê ji Swêdê Jesper Soder, ku tevî 3 enternasyonalîstên YPG'yî, berî du hefteyan ji aliyê hêzên PDK'ê ve hate girtin û pêr hate berdan, di hesabê xwe yê medya civakî de bûyerên bi serê wan ve hatin, vegotin. Şervanên enternasyonalîst Jesper Soder ê ji Swêdê, Andreas Charalabos Panagîotîdîs û Andre Johnwoodhead û Lee Egerton ên Îngilîz, ku wextekê di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de cih girtin, roja 23'ê Hezîranê li cihekî nêzî bajarê Akrê yê Başûrê Kurdistanê hatibûn binçavkirin. Wezareta Karên Derve ya Swêdê pêr daxuyaniyek weşand û ragihand, Jesper Soder û Andreas Charalabos hatine berdan.


Nêzîkatiyên dijminane

Soder bi rêya hesabê xwe yê medya civakî, li ser vîze ya ku bû sedema girtina wan û kiryarên li girtîgehê li wan hatin kirin, daxuyanî da. Soder diyar kir ku ji ber derbasbûna wexta vîzeyê ya li ser pasaporta wî ew hatine girtin, lê tevî vê sedemê jî tiştên bi wan hatine kirin, mafdar nîne. Soder ragihand, dijwarbûna nîqaşên siyasî di navbera Kurdan de zerarê dide şervanên enternasyonalîst ên li dijî DAIŞ'ê şer dikin û got, "Li Başûrê Kurdistanê me gelek caran ji rayedarên polîtîk û siyasî yên PDK'yî re anî ziman ku em YPG'yî ne, lê tevî vê yekê jî em binçav kirin, ewilî birin girtîgeha li Duhokê û piştre jî avêtin girtîgeha bi ewlekariya bilind a li Hewlêrê." 


 ANF / STOCKHOLM