Meryem Xan li Kurdistanê mazin bû û bû yek ji stêrên herî geş a awaz û muzîka Kurdî. Ew di gel hostayên mezin ên wek Mihemed Arifê Cizrawî û gelek hostayên din stra. Meryem Xan yekemîn dengbêja Kurd a jin e ku dengê wê bi qewanê hatiye tomarkirin û parastin. 
Ev qewana rind û ciwan nîşana şîn û tiwaneya bilind a Meryem Xanê ye, ku ew yek ji mazintirîn dengbêjên Kurdan e. 
Îsal (2011) li payiza dereng şeveke guhdarkirina awaz û muzîka Kurdî wê ji bo muzîkhezên Kurdî li ABF a Stockholmê ji hêla Sazendeya Pirtûkxane & Muzexaneya Kurdî ve were li darxistin da ku naveroka vê qewana mêjûyî pêkve were guhdarkirin.
Meryem Xan sala 1949’ê li Bexdayê di nav feqîrî û rebeniyeke mazin de koça dawîn kir û li pey xwe ji me re gencîneyeke bêhempa ya awaz û muzîka Kurdî hişt.

PUKmedia




Dengbêjê navdar ê Sûriyeyê Fûad Xazî koça dawî kir



Dengbêjê navdar ê Sûriyeyê Fûad Xazî, roja pêncşemê, ji ber nexweşiyekê di temenê 56 salî de koça dawî kir. Li gorî malpera el-Heyat, Fûad Xazî ji dayîkbûna sala 1955’ê ye û li gundê Feqro yê bi ser bajarê Hemayê hatiye dinê û heta demeke dirêj jî di navendên hunerî de bi navê “Fûad Feqro” navdar bû. Xazî di salên heştêyî yên sedsala borî de, yek ji dengbêjên navdar ên Sûriyê bû, hin ji stranên wî heta niha ji hêla dengbêjên ciwan ve tên gotin.

Fûad Xazî heyameke gelek e ji ber nexwşiya xwe ji gotina stranan dûrketibû. Xazî her wiha di fîlmê herî navdar ê sînemaya Sûriyeyê “Stêrkên Rojê” de wek dengbêj beşdar bû û ew fîlm jî ji derhênana Usame Mihemed e.

AKnews