Şaredariyên BDP'ê ji bo bêtir xizmeta çand û hunerê bide û alîkariya perwerdehiyê bi civakê re bike, gelek malên cand û piştgiriya perwerdehiye vekirin. Bi sedan xwendekar û şagirtan li vir perwerdehî dît û hêj perwerdehiyê dibînin. Lê li aliyê din qeymeqam û walî jî yek bi yek deriyên malên xizmetê digire û xwendekaran mexdûr dike. Piştî malên piştgiriya perwerdehiyê yên Êlih, Kaxizman, Wan, Bazîd û Dêrsimê hatin girtin, niha jî Qeymeqamiya Melezgîrta Mûşê Navenda Çand û Hunera Evdalê Zeynikê girt û bi dehan xwendekarên tembûr, gîtar, lîstikên gel, mexdûr kir. Qeymeqamiyê bi hinceta mala çand û hunerê li dijî zagona "2633 û 2645'an a perwerdehiyê ye. Qeymeqamiyê bi hinceta mala çandê li dijî giştînameya Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ya hêjmar 2010/63'an e biryara gitinê da.

'Tenê qesrek çandê hebû ew jî hate girtin'

Piştî Qeymeqamiya Melezgîrtê biryara girtina Navenda Çand û Hunerê ya Evdalê Zeynikê da, li navçeyê saziyên ku xizmeta çand û hunerê didin qediyan. Ji ber Navenda Çand û Hunerê ya Evdalê Zeynikê hate girtin, 20 şagirtên tembûrê, 15 şagirtên gîtarê û 10 şagirtên lîstika gel meşdûr bûn.
Şaredarê Melezgîrtê Nurî Balci, bertek nîşanî biryarê da û anî ziman ku biryarek siyasî û keyfî ye. Balci, anî ziman ku ew dê dîsa xizmeta gelê xwe bikin û xwest Qeymeqam biryara xwe paşve bigire. Balci, da zanîn ku ji bo dîsa Navenda Çand û Hunerê vebe dê serî li mercên ferbî bide.

DÎHA/MÛŞ