Mamosteya erbaneyê ya Navenda Çanda Mîzgin a Êlihê Mîzgîn Polat aşkera kir ku wan berê li Mala Gel perwerdeya erbaneyê dida şagirtên xwe, piştî mala gel ji aliyê qayûmê AKP’î ve hat girtin, wan navber nedaye xebatên xwe. Xebatên xwe niha li navenda NÇM’ê bi înad xebatên xwe didomînin.Polat got: “Jixwe tê zanîn ku erbane xwedî dîrokeke kevnar e. Lê dîsa jî wekî dengekî nû ye. Dema jin erbaneyê didin destê xwe, xweşiktir dibe.”  n ÊLIH